Gelê Kurd jî ev pratîka hêzên derve û hêzên noker ên herêmî dît û li gorî vê yekê polîtîkayek afirand. Bi têkoşîna di çarçoveya perspektîfa xweseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de roja 19'ê Tîrmeha 2012'an ji Kobanê şoreşê destpê kir û li hemû bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê belav bû.
Piştre, ji aliyekî ve li hemberî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ´ê yên ku êrîşî kantonên Rojava dikirin, berxwedan hat nîşandan, li aliyê din ve jî jiyana civakî hat avakirin.
Saziyên perwerdeyê yên li sê kantonên Rojava hatin vekirin, modeleke nû ya perwerdeyê pêşkêş dikin. Li saziyên perwerdeyê yên kantonên Rojava, ku sîstema perwerdeyê ya tekparêz a rejîma Baasê ji holê rakir, perwerde bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û zimanên din tê kirin.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK), ji bo ji nû ve avakirina jiyana civakî dest bi vekirina dibistanan kir û bi hezaran mamosteyên zimanê Kurdî amade kirin.
SZK'ê hewl da sîstema perwerdeyê li Rojava bide rûniştandin û li aliyê din zimanê Kurdî li hemû dibistanên li Rojava fermî bû. Mufredata perwerdeyê ya ji zîhniyeta şoven a Baas a mêhtinger hat guhertin. Gelek akademî û enstîtu hatin avakirin.
Di 11'ê Tebaxa 2013'an de yekemîn akademiya ziman û wêjeyê bi navê Şehîd Ferzad Kemanger li Efrînê hat vekirin. Bi perwerdeya zimanê Kurdî, mamoste hatin amadekirin. Bi pêşengiya SZK û Yekîtiya Mamosteyên Rojava di 28'ê Cotmeha 2013'an de yekemîn enstîtuya wêje û zimanê Kurdî bi navê Şehîd Viyan vebû.
SZK'ê di 24'ê Cotmeha 2013'an de li Qamişloyê ji bo ziman, dîrok û wêjeya Kurdî Akademiya Celadet Bedirxan vekir. Piştre enstîtuya Şehîd Viyan li Kobanê hat vekirin. Destpêka sala 2015'an bi perspektîfa neteweya demokratîk gelek enstîtu hatin vekirin.
Sala 2012'an li Kobanê xebatên Saziya Zimanê Kurdî bi mamosteyekî û 12 xwendekaran dihat meşandin. Lê niha ev xebata perwerdeya bi zimanê dayikê li navenda bajêr û gundan bi 1700 mamoste û li 200 dibistanan bi 20 hezar xwendekaran dewam dike.
Ji bo her gelî bi zimanê wî
Ji bo Erebên li navenda Kobanê û gundên wê, heta niha 7 dibistan hatine vekirin û ji bo 2 dibistanên din bên vekirin kar dewam dikin.
Li van dibistanan perwerde bi zimanê Erebî ye û bi tenê dersek bi zimanê Kurdî tê dayîn. Li gundên Kurd û Ereb bi hev re, xwendekarên Kurd bi Kurdî yên Ereb jî bi Erebî perwerdeyê dibin.
Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a Girê Spî, ji bo xurtkirina Şoreşa Rojava gaveke din avêt û ji bo ciwanên Tirkmen perwerdeyeke taybet organîze kir. Ev gav li ser daxwaza Tirkmenan hat avêtin. Bi vî rengî li gelemperiya Rojavayê Kurdistanê yekemcar Tirkmen wê bi zimanê xwe, li ser çand û dîroka xwe perwerdeyê bibin.
MAHÎR YILMAZ KAYA/ANHA / KOBANÊ