Ragihandin pîvana pêşketina mirovan a di zanist û siyasetê de ye. Pêşketina wê bi bandora  wê ya li ser raya giştî ya cîhanê tê pîvan. Pêşketina ragihandinê jî bi pêşketina gelan û civakan ve girêdayî ye. Ragihandina Kurdî jî li gel hemû estengiyan dikeve 116 saliya xwe û serpêhatiya xwe didomîne.

Serpêhatiya çapemeniya Kurd bi rojnameya "Kurdistan" ku di 22’ê Nîsana 1898'an de ji aliyê Miqdad Midhat Bedirxan ve li paytexta Misrê Qahîreyê bi zimanê Kurdî hatiye hate weşandin destpê dike. Li gel hemû astengî û zehmetiyan jî hejmarên rojnameya Kurdistan bi awayekî veşartî li Kurdistanê hatin belavkirin. Rojname ji ber pirsgirêkan li bajarên Qahîre, Cenevre, London û Folkston a li bakûrê Îngîltereyê hatin derxistin. Rojnameyê hem rewşa Kurdan aniye ziman, her jî li hundir û derveyî welat, zordariya li ser Kurdan hatiye meşandin vegotiye. Di nava gel de hişmendiya baweriyê û rola çapemeniyê ya di belavkirina ramana netewî û xebata ji bo rizgarkirina Kurdistanê belav kiriye.

Li Rojava çapemeniya Kurdî

Dîroka çapemeniya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ûSûriyeyê  bi kovara "Hawar" ku Mîr Celadet Bedirxan di 26’ê Cotmeha 1931'an de bi destûra hikûmeta Sûriyeyê derxistiye destpê dike. Lê hejmara yekemîn a Hawar ku zimanê Kurdî weşan dikir di 15’ê Gulana 1932'yan de hate derxistin. Taybetiya vê rojnameyê ya di dîroka çapemeniya Kurd de ew e ku cara yekemîn bi tîpên latînî nivîs û nuçe hatine weşandin. Kovar piştî 57 hejmaran di 15 Tebaxa 1943'yan de hate girtin.
Hawar hate girtin, lê pêveka wê Rohanî ku di 1’ê Nîsana 1943'yan de dîsa ji aliyê Mîr Celadet Bedirxan ve li bajarê Şamê hatibû derxistin, weşana xwe domand. Taybetiya vê kovara ku 28 hejmar derketin û di sala 1945'an de hate girtin jî ewe ku cara yekemîn cih daye nûçeyên rojane û bûyeran.
Piştî van kovaran çapemeniya Rojava demeke dirêj bêdeng ma. Piştî ku di sala 1957'an de yekemîn rêxistina siyasiya ya Kurdên Rojava "Partiya Demokrat a Kurdistan" hate damezirandin, wekî weşana partiyê "Dengê Kurd" dest bi weşanê kir.

Dengê Kurdistan

Piştî destpêkirina têkoşîna azadiypa Kurdistanê û pêngava 15’ê Tebaxê, li Rojavayê Kurdistanê jî, ji bo şopandina geşedanan û têkoşîna azadiyê pêdiviya xebatên çapemeniyê derket holê. Di vê çarçoveyê de cara yekemîn di Adara sala 1986’an bi navê Dengê Kurdistan kovarek hate weşandin. Kovara ku xwerû bi erebî tê amadekirin, ji bilî kovara Serxwebûnê wekî weşana herî temen dirêj a çapemeniya Kurd hîn jî weşana xwe didomîne. Kovara ku zêdetirîn cih dide nivîs û lêkolînên siyasî û îdeolojîk, bandoreke mezin li ser herêmê çêkiriye û di ronîkirina civakê de rolek girîng lîstiye.
Ji bilî Dengê Kurdistanê ji aliyê hinek partiyên siyasî û derdorên din ên Kurd ve jî gelek rojname û kovar hatin derxistin. Hinek ji vana kovarên Sorgul, Adar, Rojda, Kîzar, Ecras (Zengil), Qedaya Hiwarat, Helwest, Gulistan, Gelavêj, Xunav, Roj, Newroz, Sormî, Aso, Dilav, Hêvî û Zevî. Ji vana gelek hatine girtin, lê hinek jî weşana xwe didomînin.

Dengê Jiyan

Di van demên ku sîstema Baasê pêkutiyên xwe li ser civakê zêde kirin de, jinên Kurd jî li gel hemû zehmetiyan di qada çapemeniyê de jî pêngavên girîng avêtin. Di encama xebatên hatin meşandin de di sala 1998’an de bi navê “Dengê Jiyan” kovara jinê dest bi weşana xwe kir. Kovara ku bi Kurdî û erebî tê amadekirin, hîn jî weşana xwe didomîne.
Heta van salan wekî perçeyên din ên Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê jî, ji ber polîtîkayên înkar û tunekirinê, her wiha astengiyên li pêşiya ramanê yên hêzên desthilatdar, çapemeniya Kurd jî, rastî gelek zor û zehmetiyan hatiye. Lewre jî karên xwe piranî bi veşartî meşandin.

Rojnameya Ronahî

Bi pêşketin û girseyîbûna têkoşîna azadiyê û şoreşên gelan ên ku ji bakûrê rojavayê Afrîkayê bi bandora tevgera Kurd destpêkirin re, di warê çapemeniyê de jî pêşketinên girîng çêbûn. Li Rojavayê Kurdistanê piştî serhildana 12’ê Adara 2004’an şoreşa gel jî destpê kir. Vê yekê di qada çapemeniyê de jî deriyên nû vekirin. Çapemeniyê jî li gorî geşedanan teşe girt û di 16’ê Cotmeha 2011’an de bi navê Ronahî  rojnameyeke nû dest bi weşanê kir. Rojnameya ku bi erebî û Kurdî tê amadekirin û heftane weşanê dike. Her wiha wekî pêveka rojnameyê bi navê “Mizgîn” rojnameya zarokan jî di 1’ê îlona 2012’an de dest bi weşanê kir.

Rojnameya Xwendekar

Li aliyê din xwendekarên Kurd ên zanîngehan jî xebatên çapemeniyê dan destpêkirin û di 22’ê Nîsan 2012’an de bi navê “Xwendekar” rojnameyek derxist. Rojname heftane û bi zimanê Kurdî û erebî tê weşandin.

Ronahî TV

Ji bilî rojname û kovaran, bi destpêkirina pêvajoya şoreşê re, di ware dîtbariyê de jî pêngavên girîng hatin avêtin û di televîzyona Ronahî ku di sala 2005’an de hatibû vekirin, di sala 2011’an de dest bi weşanê kir. Televîzyon niha wekî çavkaniyek sereke û referansek bingehîn a li Rojava û Sûriyeyê ye.

Xebatên radyoyê

Yekemîn  radyoya Rojavayê Kurdistanê bi navê Cudî FM di 20’ê Cotmeha 2012’an li bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê de dest bi weşanê kir. Piştre jî li Kantona Kobanê bi navê Kobanê FM di 19’ê mijdara 2012’an û Radyo Rojava FM di  1’ê Nîsana 2013’an de dest bi weşanê kir.  Li Kantona Efrînê jî radyoya bi navê “Efrîn FM” di 10’ê Hezîrana 2013’an de dest bi weşana test, di 1’ê îlona 2013’an de jî dest bi weşana asayî kir.

Ajansa Nûçeyan a Hawar

Di çapemeniya Rojavayê Kurdistanê de yek ji pêngavên herî girîng jî di warê ajansê ku di roja me ya îroyîn de li tevahiya cîhanê rolek gelekî girîng dilîzin de hate avêtin. Piştî amadekariyên ku demek dirêj dom kirin, di 1’ê Adara 2013’an de Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) li ser înternetê dest bi weşana xwe kir. Ajansa ku bi zimanên Kurdî, erebî, îngilîzî, Rusî, Îspanî û Tirkî weşanê dike, li tevahiya Rojavayê Kurdistanê û bajarên Heleb, Şam, û Hesekê yên Sûriyeyê, her wiha Başûrê Kurdistanê buroyên xwe vekirine. Ajans bi kadro û xebatkarên xwe yên pispor di demek kurt de deng veda û bûye çavkaniya hemû sazî û dezgehên çapemeniyê.

Dengê Ciwanên Şoreşger

Ciwanên Rojava ku di pêvajoya şoreşê de rolek girîng lîstin, di qada çapemeniyê de jî xebat meşandin û di Mijdara 2013’an de bi navê “Dengê Ciwanên Şoreşger” kovarek derxist. Kovara ku bi Kurdî û erebî tê weşandin mijarên siyasî, civakî, çandî, dîrokî, aktuel, bîranîn, xebatên ciwanan û hwd. digire dest, her 2 mehan carekê derdikeve. Kovara ciwanan ya ku eleqeyek mezin dibîne, li herêmê ji bo ciwanan wekî çavkaniyekê tê dîtin.

Kovara Lêkolînên Kurdî

Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk ku ew jî di pêvajoya şoreşê de hate vekirin, xebatên xwe bi riya çapemeniyê radigihîne. Bi vê mebestê di sibata 2014’an de kovara bi navê “Dîraset Kurdiye (Lêkolînên Kurdî)”  hate derxistin. Kovar cih dide lêkolînên li ser mijarên siyasî, civakî, dîrokî, jin û aborî. Kovara ku bi zimanê erebî tê amadekirin, her 3 mehan carekê tê weşandin. Rêvebeî navendê armanc dike ku  kovar bi Kurdî bê weşandin.

Malperên înternetê

Li Rojava ji bilî van weşanan hin rojname û kovarên din ku ji aliyê xwendekar an jî hinek partiyan ve têne weşandin, her wiha gelek malperên înternetê jî hatin vekirin. Piraniya van malperan jî girêdayî partî û rêxistinên siyasî ne. Lê ev malperên behsa mijarê, di warê rojnamevaniyê de pêş neketine û nûçeyên xwe ji malperên Erebî digirin. 

QAMIŞLO