Têkildarî înfaz û êşkenceya li bajarê Tirkiyeyê Mûglayê li karkerên Kurd hatî kirin, parlamenterên HDP’ê Erol Dora û Meral Daniş Beştaş diyar kirin ku li wê derê sûcê li dijî mirovayetiyê hatiye kirin û cendirmeyan wêneyê vê êşkenceyê weşandiye.  Heyeta HDP’ê ji bo lêkolîna înfazkirina bêdaraz a 5 kesan û êşkenceya li 7 karkerên Kurd hatî kirin çûbû Mûglayê. Heyetê piştî lêkolînên xwe li meclîsa Tirk daxuyaniyek da çapemeniyê.



Êşekence hatiye kirin

Parlamenter Erol Dora diyar kir ku ew ji bo lêkolîna bûyera 4’ê Cotmehê ya ku êşkence li 7 kesan hatibû kirin, çûne Mûglayê û got, “Ev bûyer binpêkirina mafê mirovan e. Kelepçekirina ji paş ve û lêdan, êşkence ye. Tê dîtin ku tiştên li vir hatine kirin li dijî peymanên navneteweyî û destûra bingehîn in.”



Rapora otopsiyê hat veşartin

Meral Daniş Beştaş jî got, “Me xwest em bi walî û dozger re têkildarî vê bûyerê bicivin. Li gel ku civanê me hebû, piştre hevdîtin betal kirin. Ev jî dide diyarkirin ka walî û dozger girêdayî kê ne.

Piştre em çûn saziya tipa edlî lê rayedar ne li wir bûn. Li wê derê em bi malbatan re civiyan. Dozgerê lêkolînê jî li wir bû. Ligel ku me israr jî kir, dozger biryara veşartî kir hincet û rapora otopsiyê neda. Bi zabitnameyekê, cenaze teslîmî malbatan hate kirin. Malbatan diyar kir ku, wan cenaze teşxîs kirine lê şopa şer û guleyan tine. Em jî niha bi sedema mirina wan nizanin. Ji malbatan re sedema mirinê nehatiye ragihandin.”



Hevdîtin bi baro û odeya tebîban re

Beştaş wekî din da zanîn ku ew çûne serdana Baroya Mûglayê û bi Serokê Odeya Tabîban û rêveberên wê re rûniştine. Ew ji wir fêr bûne ku elaqedarî êşkenceyê miracaet nehatine kirin.

Beştaş bi bîr xist ku 4’ê Cotmehê dîmenên êşkenceyê hatibûn weşandin û 5’ê Cotmehê jî kuştina 5 kesan derketibû holê û wiha dewam kir: “4 jê biran e, yek jî pismam e. Yên ku tazî hatin lêgerîn jî ev kes bûn. Vê sibehê walîtiyê destnîşan kir ku Îranî û Afganî ne. Ji beriya niha 5 kes hatibûn girtin lê têkildarî wan ti agahî me negirt. Ji bo me êşkence li kû dibe li ser kê were kirin em vê yekê qebûl nakin.”


Hovîtiya xwe weşandin

Beştaş da zanîn ku li gorî lêkolîna wan û agahiyên kesên girtî dayî, ti kes li cihê bûyerê nebû ku sivîl be û dîmen girtibin û kesên êşkence li wan kirî dîtiye ku cendermeyan dîmenên wan girtine. Ango bi van gotinên Beştaş jî eşkere dibe ku êşkencekarên Tirk ku cenderme ne, bi xwe dîmenên hovîtiya xwe girtine û weşandine.


Li malbatan jî xistine

Parlamentera HDP´ê Meral Daniş Beştaş da zanîn ku piştî belavbûna dîmenan, malbatan serî li polîs daye, lê li midûriyeta polêsan heqaret li wan hatiye kirin û wiha peyivî: “Parêzeran têkildarî êşkenceyê miracaet kiribû. Ji bo tesbîtkirina şopên êşkenceyê yên kesên hatine binçavkirin doza muayeneyê kiribûn. Ev mafek bû, lê dozgeriyê rê neda vê yekê. Bi îhtimalekî mezin ên di bin çavan de hê jî rastî êşkencê tên.”


Ji wezîr heta kizîr êşkencekar in

Meral Daniş Beştaş di dawiya daxuyaniyl de bang li Wezareta Edaletê ya dewleta Tirk kir û got, “Bi lezgînî van kesan muayene bikin. Ev dîmen rûyê rast ê Tirkiyeya nû ye. Ev tê wateya îlana êşkence bi piştgiriya hikûmetê pêk hatiye. Heta niha têkildarî kesên êşkence kirî ti lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Dikarin bibêjin, lêpirsîn derbarê kesên dîmen parvekirî de hatiye destpêkirin. Yanî êşkence kirin, serbest e, parvekirina dîmenan qedexe ye.

Wezîrê Karê Hundir divê bi lezgîn van kesan ji peywirê dûr bixe. Eger ku piştgiriyek hebe, divê bi lezgînî bê zelalkirin.

Têkildarî kesên di bin çavan de û hatin kuştin jî ti agahiyên me nînin. Divê daxuyaniyeke fermî bidin û neçar in agahiyên fermî bidin.

Ji doh (pêr) ve hinek dezgehên weşanê nûçeyên wekîlên HDP’yî cenazeyên terorîstan pêşwazî dikin, parve dikin. Ev hewldanek e ku ser êşkenceyê bigire û ji derveyî ku lîstikeke medyaya ser bi hikûmetê, ne tiştekî din e.” 


ENQERE