Dewleta Tirk a dagirker ji bo herêmên kantona Girê Spî û Kobanê ji hev qut bike, dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Ev yek jî niyeta wê ya dagirkirineke mayînde diyar dike.
Mîna Efrînê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo armancên xwe di parçekirina xaka Sûriyê de pêk bînin û tev li xaka Tirkiyê bikin, li rojavayê Girê Spî dest bi lêkirina dîwar kirin.
Dewleta Tirk a dagirker li rojavayê Girê Spî û rojhilatê Kobanê dîwar 14 km dûrî bajarê Girê Spî lê dike.
Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Nîsana 2019`an bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji bo wîlayeta Hatay a Tirkiyê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir.
ŞERVÎN MISTEFA / ANHA/EYN ÎSA