“Di demeke ku Kurd li her derê têkoşîna hebûnê didin. Li Rojhilatê Kurdistanê dewleta Îranê ya komploger ku di demeke dibêje agirbesta, lê belê bi hovitî êrîşên xwe yên bi armanca tunekirina hêzên gerîla didomîne û ji biharê heya niha jî êrîşên xwe nedaye sekinandin.” Li gor daxuyaniyê herî dawiyê 15'êTîrmehê dewleta Îranê li herêmên Dalaho û Ciwanro êrîş birine ser hêzên gerîla. Daxuyanî wiha dewam dike: “Dewleta Îranê Li Dalaho û Ciwanro bi hovîtî êrîşekê dibe ser hêzên YRK û li wir şerekî dijwar diqewime. Di şer de hêzên me yên gerîla di asteke jor de berxwedanê dikin û di encama wî şerî de çar rêhevalên me jiyana xwe ji dest didin û beşdarî nava karwanên azadiyê dibin û rewşa hevalekî me nehatiye zelalkirin.” Derbarê 4 gerîlayên ku di navbera herêmên Dalaho û Ciwanro de ketin kemînê û jiyana xwe ji dest dan ev agahî hatin dayîn: Behmen Sobuyî bi navê kod Merwan Rojhilat di sala 1992an de li Karaziyadîn hatiye dinê, Mecît Oztun, bi navê kod Sînan Serhed di sala 1984an de li Wanê hatiye dinê, Îsa Dîlawîz bi navê kod Denktav Tolhildan di sala 1993an de li Mêrîwan hatiye dinê û Suleyman Ehmetpur bi navê kod Tuwana Zimzîran di sala 1982an de li Serdeştê hatiye dinê.

 NAVENDA NÛÇEYAN