Piştî Başûr li Rojhilatê Kurdistanê jî boykotkirina malên Tirkiyeyê dest pê kir. Rêxistinênên Civakî yên Merîwanê bi vê armancê bang kirin.

Encûmena Rêxistinên Civaka Sivîl ya Merîwanê bi daxuyaniyekê ji gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwest ku bi baykotkirina berhemên dewleta Tirk a faşîst li dijî desthilat û dagirkeriyê rabin.

Di daxuyaniyê de ya bi dirûşma “Em bi baykotkirina berhemên Tirkiyê piştewanê berxwedana Rojava bin” hêrsa li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê hate destnîşankirin.

Di daxuyaniyê de ji bo boykotkirina malên Tirkiyeyê bang hate kirin û hate gotin, “Her çiqasî peydakirina rêyekê, zehmet xuya bike jî lê ezmûnên gelên din nîçan dide bersiveke pir kêrhatî ye û di heman demê de sade ye. Ew ê sedî sed di têkoşîna li dijî faşîzma dewleta Tirk pir bibandor be.  Ji bo rêbazê jî pêşniyar tê kirin, malên Tirkî, navên Tirkî, kanalên televîzyonî yên Tirkî û kanalên filmê Tirkî diweşînin boykot bikin.

Ev awa çalakî jî weke erkeke dîrokî û mirovatiyê tê destnîşankirin û tê gotin: li ber dewleta Tirk a faşîst rabin, ji bo rûmet û kerameta mirovatiyê li cem têkoşîn û berxwedana bindestan cih bigirin û li dijî zaliman bin.

 

ANF/MERÎWAN