Firtiyên siyasî yên ji doza PKK û PJAK, Zanyar Moradî, Loqman Moradî û Remezan Ehmed Selîm ji zindana Recayî Şehir a Kerec ku ser bi Tehranê ye serkeftina HDP’ê bi peyamekî pîroz kirin. Girtiyan dan zanîn ku ew di serî de vê serkeftinê li Rêberê PKK’ê Ebdulah Ocalan û hemû malbatên şehîdên rêya demokrasî û azadiyê pîroz dikin.
Ji aliyê din ve girtiyên siyasî yên li girtîgeha Seqiz a Rojhilat jî serkeftina HDP’ê pîroz kirin. Herwiha girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê li zindanên Ûrmiye, Tebrîz, Mihabad û Zencanê jî bi şandina peyaman serkeftina HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de pîroz kirin.
’Projeya Ocalan bi ser ket’
Komeke parêzerên Kurd ên rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar serkeftina HDP’ê ya hilbijartinê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin projeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serket. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev serkeftina navdeng di dîroka Tirkîyeyê de û li tevahiya Rojhilata Navîn deng veda.
SEQIZ