Mamoste, piştî ku sertîfîka bistînin wê karibin li dibistanan bi Kurdî perwerde bidin. Ev cara yekemîn e ku ji bo 20 mamosteyan perwerdeya zimanê Kurdî dest pê kiriye. Piraniya kesên ku tevli perwerdeya zimanê Kurdî bûne, di heman demê de nivîskar û hunermendên eyaleta Îlam’ê ne. Rêvebiriya kursa perwerdeya zimanê Kurdî Zahir Serayî ku yek ji şaîr û nivîskarê bi nav û deng ê Îlamê ye dimeşîne. Li bajarê Mihabadê jî navenda perwerdeya zimanê Kurdî heye. Navenda perwerdeyê, ev çend sal in ku perwerdeya zimanê Kurdî dide. Mistefa Îlxanîzade ku yek ji avakar û mamosteyên Navenda Perwerdeya Ziman e, diyar dike ku wan heya îro sertîfîkaya zimanê Kurdî dane gelek kesan. Li Xorasana ku hejmareke zêde Kurd lê dijîn, asîmîlasyon bi bandore. Tê ragihandin ku Kurdên li vê herêmê dijîn, hê zêdetir bi asîmîlasyonê re rû bi rû dibin. Şîrîn Dowletpûr ku ji aktîvîstên zimanê Kurdî yek e, diyar dike ku asîmîlasyona li Îranê çavkaniya xwe ji pergala perwerdeyê ku tê de Farsî neçariyek e distîne û piştî ku Farsî ketiye nav malbatê jî ev asîmîlasyon bi lez bûye. Li gorî Dowletpûr, ji ber ku li herêma Xorasanê medya û weşanxaneyên Kurd tineye û bi zimanê zikmakî pirtûk çapnekirin jî, Kurdî bi xetereya tinebûnê re tîne beranberê hev. Li Xorasanê hê jî du milyon Kurd dijîn. Li gorî qeydên dîrokî; Kurdên Xorasanê di serdema Sefewiyan de ji bo parastina sînorên Îranê û pêşî girtina li êrîşên Tirkmen û Ozbekan ji Bakûrê Kurdistanê hatine koçberkirin.
ÎLAM