Di çarçoveya çalakiyên piştgiriya gelê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê ji bo HDP`ê, ev bû çend rojin kampanya’HDP`ê ne bi tenê ye-HDP is not alone’daye destpêkirin. Lİ paytextê Îranê Tehranê, Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û dostên wan li ber navenda NY a li Tehranê, bi armanca piştgiriya ji bo HDP’ê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de êrişa dewleta Tirk a dijî HDP’ê hat şermezarkirin.
Bi heman armacê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên weke Merîwan, Seqiz, Bûkan, Wirmê, Serdeşt, Nexede, Sine, Mehabad, Kirmaşan û çend navçeyên din çalakiyên piştgiriya ji bo HDP’ê wê pêk hatin.
TEHRAN