Pirtûka Ziman û Wêjeya Kurdî ji 126 rûpelî pêk tê, rêziman û wejeya Kurdî dihundirîne û her wiha ji aliyê du mamosteyên Kurd bi nave Reşîd Kerîmî û Letîf Sultanî hatiye amade kirin.
Li gorî zaniyariya sala par muhleta çapkirina wê pirtûkê ji Irşada Islamiya Îranê hatiye wergirtin û biryare di vê salê de li dibistanan de were xwendin li gel pirtûkên din ên bi zimanê Farisî.
Li hin cîhan axaftin jî qedexe ye
Li gorî madeya 15 û 19 ji yasaya bingehî ya Îranê, zimanê fermî li Îranê Farisî ye, lêbelê neteweyên cuda dikarin bi zimanê xwe li gel zimanê Farisî fêr bibin.
Heger ev pêngav were bi cîh anîn wê yekem pêngav be derbarê fêrbûna bi zimanê Kurdî li Îranê piştî 37 salan di desthilatdariya Îslamiyan de.
Heta niha zimanê Kurdî li Îranê bi tenê bi çend şêweyekî taybetî dihate xwendin û bi ti şêweyê fermî nehatiye xwendin, hetta li gel parêzgehan wek parêzgeha Kirmanşan axaftina bi zimanê Kurdî li dibistana qedexe ye.
Di heman demê de di destpêka werzê xwendina îsal de li Zanîngeha Kurdistan li Sine beşê zimanê Kurdî hate vekirin û xwendevan dest bi xwendina Kurdî kirin.
SINE