Li derdora gundê Bedir û depoyên genim ên li rojhilatê Reqayê di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ’ê de dema nûçeya me ji weşanê re dihat amadekirin şer bi dijwarî dewam dikir.
Şervanan dema ku dixwestin gundê Bedir û depoyên genim ên li rojhilatê Reqayê rizgar bikin, di navbera wan û çeteyên DAIŞ`ê şerekî dijwar qewimî.
Dema nûçe dihat amadekirin agahiyên ji qada şer wergirtî şer hîna li derdora gundê Bedir û depoyên genim di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ`ê de bi dijwarî dewam dikir.
Gundê Bedir û depoya genim 6 kîlometroyan li rojhilatê navenda Reqayê dûr in.
ANHA/REQA