Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Italyayê Romayê bi konferanseke berfireh têne nîqaşkirin. Li konferansê ji Emerîkaya Latîn, Ingiltere, Efrîkaya Başûr û Filîpînan gelek akademisyen hazir bûn. Konferansê sê rojan dewam kir.
Di roja duduyan a konferansê de, endamê berê yê FARC’ê Vîctorî Sandîno li ser rengên mêtingeriyê ya Emerîkaya Latîn, lêkolîner Gelnîs Balangue ku ji Filîpînan mêtingeriya li ser Asyayê û ji Zanîngeha Sem Terra a Brezilyayê Danîel Mancîo li ser aboriya komunal peyivîn. Her wiha Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç jî qala alternatîfa modêla netewdewletî û neteweya demokratîk kir. Roja sisiyan jî fermandara QSD’ê Rojda Felat û ji Tevgera Jinên Kurd Hanim Engîzek, ji Komîteya Ewrûpayê ya Jineolojiyê Haskar Kirmizigul, ji Tevgera Femînîst a Îtalyayê Gîada Bonû û Seroka Giştî ya ARCI Francesca Chîavaccî weke qiseker beşdarî konferansê bûn.
Hanim Engîzek bal kişand ser girîngiya dîrokî ya têkoşîna jinê û konfederalîzma demokratîk û qala koka dîrokî ya newekheviya jin û mêr kir.
ROMA