Navê şervanê YPG’ê yê Îtalî, Lorenzo Orsetti li parkeke li paytexta Îtalyayê Romayê hate kirin.
Cenazeyê şervanê înternasyonalîst ê YPG’ê Lorenzo Orsetti (Têkoşer Piling) ku 18’ê Adarê li Baxozê di şerê dijî DAIŞ’ê de şehîd bûbû, di rojbûna wî de ango 15’ê Hezîranê gihîştibû Floransayê, devera lê ji dayik bûbû. Cenazeyê Orsetti 24’ê Hezîranê li Floransayê hatibû veşartin.
Ji bo bibîranîna şervanê înternasyonalîst, ev hefteyek e, çalakî tên kirin. Navê Orsetti li parkeke li paytexta Îtalyayê Romayê hate kirin.
Komîteya Serxwebûnan li parkê merasîmek pêk anî û gelek kes beşdarî merasîmê bûn.
Bavê Orsetti, Alesandro Orsetti jî di merasîmê de amade bû. Gelek Îtalyan û nûnerên rêxistinên Kurd jî tevlî merasîmê bûn. Di dema merasîma vekirina parkê de hunermenda Kurd, Mubîn Dunen jî hunera xwe pêşkêş kir.
ANF / ROMA