
Şanoger Kemal Ulusoy ê ku beriya bi 25 salan di NÇM’ê de dest bi şanogeriyê kir, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm, dîsa ruh bi hişmendiya “Qedexekar" a bîrdoziya fermî ve hatiye. Ulusoy, destnîşan kir ku li gel navendên mezin hatin girtin jî di kargeriyên piçûk de bêhtir diafirînin. Ulusoy, salên destpêka NÇM'ê bi bîr xist û got: "Em dîsa vegeriyan cewherê xwe."
Şanoger Kemal Ulusoy beriya bi 25 salan li Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ya ku destpeka sazîbûna xebatên çanda Kurdan e li Bakurê Kurdistanê, dest bi şanogeriyê kir, li ser çîroka şanogeriya Kurd a NÇM’ê peyivî. Ulusoy, li Şanoya Bajêr a Amedê ku li jêrzemînekê ava kirine, li ser rewşa şanogeriyê axivî. Ulusoy, behsa destpêkirina avakirina NÇM'ê ya salên 1990’î kir û got: "Di salên 1990’î de şer û tundî zêde bû. Kurd di bin zilmê de bûn. Li ser Kurdan polîtîkayên bişaftinê hat meşandin. Divê mirov avakirina NÇM'ê wekî dewama têkoşina raperîn, hişyarî û bi bi nasnamebûna çanda Kurdistanê bibîne. Têkoşîna ji bo gihiştina nasnameya çanda xwe bû. Avakirina NÇM'ê, raperîna li dijî komkujiya çand û hunera Kurdan bû. NÇM yekem sazîbûna hunera Kurdan e li Tirkiyeyê. NÇM sala 1991’ê li Tarlabaşi ya Stenbolê hat avakirin. Dema ez behsa wir dikim, hêj tabela ya wir û xebatên wir li ber çavên min zindî dibin. "Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM)" bi rengê Kesk, sor û zer bi avahiya 4 qatan ve hatibû daliqandin. Dîmenekî muhteşem bû, kela canê mirov radikir. Ew di serê min de hem li Stenbolê û hem li cîhanê wekî Kurdistana herî mezin a gerdûnê bû. "
Mekanê pêşî heq bû bibe muze
Ulusoy nîqaşên li ser barkirina navendê ji arlabaşi ber bi Îstîklalê ve wiha bib bîr tîne: "Dibe ku di navbera Tarbabaşi û Îstîklalê de kolenek hebe. Lê du heb cîhanên ji hev cuda bûn. Me got, em dê li wir çawa xwe bigihînin gel û hebûna xwe dewam bikin. Ez vê yekê ji ber mekanê fîzîki dibêjim. Ez hêj di aliyê hestiyarî de girêdayî mekanê berê me. Wê deme li wî mekanê biçûk Apê Musa, Îsmail Beşikçî, Feqî Huseyin Sagniç hebûn. Destdayina wan mekanan mirov dîsa dibe wan rojan. Rojên bihurî, dema ez dîsa çûm Stenbole, min xwest dîsa biçim wir, lê mixabin ji ber bajarvaniya nû, Tarlabaşi û ew avahî tev hatibûn xerakirin."
NÇM li bajaran belav bû
Ulusoy, anî ziman ku berî tev lî xebatên şanoyê bibe, lîstika Mişko ya derhênirya wê Mamoste Cemîl dikir, hebû û wiha lê zêde kir: "Di wê lîstikê de ji karkerê înşaetê heta firoşkerê seyar, ji konfeksiyonvan heta qaden din, her mirovî di nava lîstke de cihê we digirt. Di nava wê ekîbê de xwendekarê lîse û zanîngehê pirr kêm bûn. Her kesê dihat wir, diafirand. Cihgirtina li wir serbilindiyek bû. Di heman demê de berpirsiyariyek jê re diviya. Piştî demekê NÇM'ê li bajarên din şaxên xwe vekirin."
Ulusoy, bal kişand ser serdema ku siyaseta Kurd li bajaran şaredarî bi dest xistin û di bin banê şaredariyan de dest bi xebatan kir û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Di şertên dijwar de ji bo mirov bigihîje mafê xwe, ruh û dildariyek diviya. Lê di şertên erênî de bêhtir rehetî û sistahiyekê bi mirovî re çêdike. Li Nisebîn, Wêranşar, Wan û Amede mekanên gelekî mezin hatin vekirin. Avakirina mekanan girîng e. Lê bikaranîna wan jî pirr girîng e. Saziyên me çêbûn, lê hundire wan hatin valakirin. Herî zêde hilberîn ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amede ve bi pêş ket. Ne ji bo îro ji bo beriya qeyûm ez dibêjim. Di warê şanoyê de gavên girîng hatin avêtin. Hunermend bi pêş xistin û estetîkek ava kir. Heger piştî qeyûm valahiyek çêbû, xuya dike ku me li cihê fireh dora xwe û peşiya xwe baş nedîtiye. Me di vê pêvajoyê de zêdetir pêdivî bi çûna nava gel nedît. Li van mekanên mezin, marjînalbûn hinekî bi pêş ket. Gelo me Wêranşar tije kir? Me xwe tenê bi Amedê sînordar kir. Me îro çawa li Amedê xebatên alternatîf ava kirin, me dikarîbû li Nisêbîn Wêranşarê jî altarnatifan ava bikin.
Tişta ku bîrdoziya fermî ji me dixwaze ev e. Hemû der desteser kirin. Cih û warên mezin ên bi desteser kirine, êşeke mezin bi me re çêdikin. Lê dijberi vê yekê em vê yekê wekî qeder nabînin û di cihê biçuk de jî tekoşîna me dewam dike. Ev jî ruhekî din bi xwe re çêdike."
Em li cewherê xwe vegeriyan
Ez niha dîsa li rojên berê yên destpêka NÇM'ê vedigerim. Em li vir ji paqijiyê heta elaqeya bi mêvanan re ji her tiştî berpirsiyar in. Ev ruh û hesteke cuda bi mirovan re çêdike. Ev bêhtir ruhê piştevanî û kolektîf bi peş dixe. Li aliyekî mirov xemgîn dibe. Li aliyekî mirov bi ber dikeve. Bila salona Hezar û 700 kesî vala bimîne. Lê salona li vir a 82 kesî watedartir û bêhtir bi qîmet e. Ev çavkaniya hêviyê ye. Hêvî dibe bawerî û rê li pêş hilberîn û afirandinê vedike. Li cihê wisa ruhê kolektif bi pêş dikeve. Em hatin vir, em dîsa li cewherê xwe vegeriyan."
Tîrmehê lîstika nû li ser dikê ye
Ulusoy, bal kişand ser lîstika xwe ya yekkesî û got: "Em dê vê lîstika xwe ya yekem di meha peş de bilîzin. Ev lîstik bûyerên civakî dike mijara qerfê.
Wekî lîstika teqlîdê ye. Wekî em rastiya civakê li ser dikê bi ruh bikin. Ez bi pirranî navê lîstikê dihêlim taliyê. Hêj min nav li lîstika nû nekiriye. Ez dixwazim kêfê ji lîstika wê bistînim. Dema ez vê lîstikê tînim ziman jî bi min re kelecanek çêdibe. Divê mirov tiştekî bike, hîs bike bijî û bilîze. Ez hewl didim van bi hev re derxim ser dikê. Hêj bêhna mekanê Tarlabaşi, kursî, temaşevanên wê, bêhn û dîmen li ber çavê min in. Ger ku hêj kelecan hebe paşeroj jî zindî ye."
Kurdistaneke azad
Şanoger Kemal Ulusoy wiha beha mekanê NÇM´ê yê pêşî dike ku tesîreke mezin lê kiriye: "Li meydana çand û hunerê, gava li wir hat avêtin pir muhteşem bû. Gavek pir rast û stratejîk bû. Bi dehan hunermend perwerde kirin. Yên hêj hunermendiye dikin, hene. Yên hunerê nakin jî hene. Yên tevlî têkoşîna çekdarî bûn û şehîd ketin jî hene. Ew der xwedî gelek wate û bi qimet bû. Diviyabû ew der bibûya muze."
Ulusoy, anî ziman ku sala 1992'an ew bû endamê Şanoya Jiyana Nû ya NÇM'ê û wiha peyivî: "Wê demê di xebatan de lîstikên gel, folklor, şano, resîm, muzîk, Kovara Jiyana Rewşen hebûn. Di salên peş de beşa hunerî û dîtbarî bi pêş ket. Cihekî 40-50 kesî bû. Dîsa Ciheki 2-3 metre kare yê kulîsê jî hebû. Hemu xebat li wir dihatin kirin. Cihekî biçûk bû. Lê xebatek gelekî zêde dihat kirin. Mirov dikare bibêje, ew der wekî Kurdistana biçûk bû. Çawa xeyala mirov li Kurdistaneke azad wekî xeyal be, vekirina wir jî wekî gihiştina Kurdistana azad bû. Pirr bi wate û bi rîsk bû. Ji bo me, hebûna me ya li wir kelecan û îdîayek mezin bû. Me li wir xwe, nasnameya xwe û çanda xwe nas kir û bi peş xist.
Her kes bi eşq û baweriyeke mezin bi ked û fedekariyeke mezin dixebitî û beşdarî xebatan dibû. Hemû kesên dikarîbûn xêz bikirana li meydana xwe tiştek dikir û di afirandin. Tijekirina wir îro wekî tijekirina salona 5 -10 hezar kesî kela canê mirov radikir. Dema salona biçûk 50-60 kes tije dikir, kelecaneke pirr mezin bi me re çêdikir. Tevlîbûna me ya bi welatparezî, piştî dîmenên wisa bêhtir em teşwîqî karê profesyonel û baştir dikirin."
DÎCLE MUFTUOGLU/DÎHABER/AMED