ÊRÎŞ QOSER / ANF / KRASNODAR

Li bajarê Krasnodar ê federasyona Rûsyayê ji bo zarokan dersa zimanê Kurdî dest pê kir. Malbatan elaqeyeke mezin nîşanî dersan da, ku bi pêşengiya Otonomiya Çanda Kurd a Krasnodarê dest pê kir.

Destpêkê li gorî kategoriyan di sê sinifan de herî kêm hefteyê du rojan ders hebe. Mamostetiya dersan jî Îşxan Ankosî û Nûrê Eşîrî dikin.

Îşxan Ankosî tevî ku navsereye jî, dibêje ji bo zarokên Kurdan asîmîle nebin û bi zimanê xwe karibin xizmetê ji gelê xwe re bikin wî xwe daye ber vî karî.

Tilmanê Kaçax û birayê wî Bekirê Kaçax xwe dane ber mesrefên kursa zimanê Kurdî, ku beriya niha jî vê malbatê destek dabû xebatên ji bo ziman û wêjeya Kurdî.

Tilmanê Kaçax ku bi ser Kurdbûn û Êzdayatiya xwe ve got, "Gelekî pê diêşim ku li ber çavê me, di şexsê zarokên me de çanda me rabe. Çanda Kurd pir qedîm e û zimanê Kurdî dewlemend e. Em bi dengbêjan mezin bûn, me govend li ber vî zimanî girt. Me pêşî bi vî zimanî helbest xwendin û gotinên xweş me bihîstin."