Şandeya Kurd ji aliyê cîgirê wezîrê karên derve Mîxaîl Bogdanov û Cîgirê Serokê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê  Venyamîn Şûvalov ve hat pêşwazîkirin.

Guhertinên li herêmê nirxandin

Di hevdîtinê de rewşa dawî ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn hat guftûgokirin, bi taybetî li ser komkujiya li Şengalê, berxwedana li Kobanê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, hewldanên koalîsyona navnetewî, rola dewletên herêmê di rewşa çêbûyî de û hin pirsên din hat sekinandin. Di hevdîtinê de herdu aliyan wekhevbûna pozîsyona Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê û ya Tevgera Azadîxwaz a gelê kurd di mijara buhurandina krîza li Rôjhilata Navîn, ku êdî ziyanê dide ne tenê welat û gelên herêmê, herwiha bandora xwe li ser tevahiya cîhanê dike.

Wê hevdîtin bidomin

Mîxaîl Bogdanov  di axaftina xwe de diyar kir ku ji aliyê wan ve gavên yekemîn ber bi danûstandina bi Xweseriya kurdan re di dema hevdîtina bi nûnera Wezareta Karên Derve ya Rojavayê Kurdistanê Emîne Osê re hatin avêtin. Herwiha hat destnîşankirin ku piştî îmzekirina Peymana Dihokê ji aliyê ENKS û TEVDEM’ê Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê hema daxuyaniya piştgiriyê da. Cîgirê wezîrê karên derve herwiha da zanîn ku Wezaret wê danûstandinên xwe bi kurdan re bidomîne û xurttir bike. Di dawiya hevdîtina ku nêzîkî saetek û nîv domiya şandeya KNK dosyaya derbarê Kobanê û pêşniyarnameyeke ji 7 xalan pêşkêşî rayedarên Rus kir. M.Bogdanov da xuyakirin ku wê pêşniyarên şandeyê werin lêkolînkirin û nirxandin.

ANF/MOSKOW