
Li Girtîheha Şakranê çalakiya greva birçîbûnê ev 47 roj in didome. Ji girtiyan Abdurrahman Yilldirim diyar kir ku heta daxwazên wan pêk bên ew bi biryar in çalakiya xwe bidomînin.
Abdurrahman Yildirim ê girtî, bi malbata xwe re bi telefonê axivî û rewş vegot. Yildirim diyar kir ku li Şakranê binpêkirinên mafan didomin û got, hevalên wan bi du sedeman dest bi greva birçîbûnê kirine. Yek jê ew e ku balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan’ û ya din jî zexta li ser girtiyan û gel a ku hatiye zêdekirin. Yildirm got çalakî bi biryardarî didome.
Zext zêde bûn
Li ser rewşa çalakgeran jî Yildirim got: "Her ku diçe rewşa wan nebaş dibe. Jixwe, bi giştî şertên girtîgehê ne baş in. Greva birçîbûnê li dijî zextan dest pê kir. Qada hevpar û rojname hatin qedexekirin. Nahêlin hevalên me yên ku di grevê de werin cem me. Hemû hevalên ku diçine cem hevalên di grevê de û ji cem wan diçin di kontrolê de ne. Di ketin û derketinê de bikaranîna kartê kirine mecbûrî.’’
‘A girîng rewşa rêbertiyê ye’
Yildirim got, hevalên wan dema ku diçine nexweşxaneyê wan tazî dikin û seh dikin û hevalên ku vî tiştî qebûl nakin jî têne cezakirin. Yildirim biryardariya dewamkirina çalakiyê jî wiha rave kir: "A girîng rewşa Rêbertiyê ye. Hevalên ku ketine girêvê bi taybetî jî ji bo Rêbertiyê ketine grevê. Dîsa ji ber rewşa hundir û derve ye. Heval biryardar in."
Yildirim wekî din da zanîn ku greva wan a dorveger a 5 rojan jî didome.
ANF / IZMÎR