Li Sûrî çi diqewime, gelo şerê desthilatê ye yan guhertina çermê aboriyê ye?

w Nakokiya di navbera serokê Sûrî Beşar Esed û karsazê Sûrî yê nêzî wî Ramî Mexlûf de, di raya giştî ya Sûriyê û cîhanê de weke mijareke sereke derket pêş. Gelo mesele çi ye?

Malbata Mexlûf yek ji stûnên aboriya Sûrî ye. Di dema serokê berê yê Sûrî Hafiz El-Esed de, di gelek warên enerjî, avahiyan, peywendiyan û madeyên xwarinê de mafên taybet û ne ji rêzê dan malbata Mexlûf. Her wiha karên girêdayî bazirganiya Sûriyê bi rêya malbatê pêk dihatin. Vê yekê ”împeratoriyeke aboriyê” ya taybet bi Ramî Mexlûf re anî.

Hafiz Esed piştrast bû ku malbata hevjîna wî Enîsa Mexlûf wê piştgiriyê bide kurê wî Beşar û şebekeyeke ewle jê re ava bike. Piştî ku 2011’an aloziyê dest pê kir, malbata Mexlûf di piştgiriya El-Esed de ji aliyê aborî, hêzên leşkerî û leşkertiyê ve bi roleke girîng rabû.

Sermaye û desthilat

Rojnameya ”Financial Times” Ramî Mexlûf wekî xwediyê zêdetirî ji sedî 60’ê ji pereyên Sûriyê, bi nav kiriye. Gelek şirketên sereke yên Sûrî di bin destê wî de ne… Komeleya Bustan ku sala 1999’an li Lazîqiyê hat avakirin, ji milkên sereke yên Mexlûf e. Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê, ”Bustan” ji komeleyeke xêran veguherî rêxistineke piştgiriya hêzên girêdayî Îranê. Wekî El-Esed, Mexlûf jî ji pêkhateya Elewî ye. Beriya salekê di hin agahiyên ragihandinê de hat gotin, Mexlûf piştgiriya El-Esed kir lê belê dûrî çapemeniyê bû, heta ku beriya hefteyekê cara yekê bi dîmenekî derket ser malperên tevna civakî.

Karsazê Sûriyê Ramî Mexlûf ku di nava lîsteya cezayên navdewletî de ye, bi dîmenekî derket û di rewşeke bi nakok de xuya kir. Mexlûf ji aliyekî ve piştgiriya El-Esed kir, ji aliyê din ve jî peyamên hişyarkirinê jê re şandin û diyar kir ku tiştê ew rastê tê xeternak e û ne lîstik yan jî henek e.

Mexlûf xwe nêzî Îranê dike

Der barê mijarê de, lêkolînerê siyasî û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz got: ”Ramî Mexlûf ku êdî ne xwediyê aboriya Sûriyê ye, bi girêdana bi Îranê re navdar e. Karên komeleya wî ya xêran (Komeleya Bustan) ji bo çalakiyên leşkerî yên li Helebê û leşkerkirina gelek ciwanan li Deraayê bi behaneya pêşkêşkirina alîkariyan, bûn. Lê belê di rastiyê de bi awayekî yekser alîkariya Îranê ji bo mayîndekirina serweriya wê li herêmên başûrê Sûriyê, dikir.

Ji Îranê acizî heye

Di vê aloziyê de rola Rûsyayê balê dikişîne ser xwe. Di nava hevsengiya hêzan de, li berjewendiyên Rûsyayê ye, serweriya Îranê ya li Sûrî kêm bike. Ji ber vê jî nêzîkatiya karsazan li Îranê di heman demê de wê wan bixe tengasiyê. Di vê çarçoveyê de Rûsya wê bixwaze kesayetên girêdayî Tehranê, ji qada aboriyê dûr bixe. Rûsya di mijara têkbirina Îranê li Sûriyê û bi taybetî li rojhilat û navarasta Sûriyê de, wê tev li Îsraîlê bibe. Li başûrê welêt jî amadekariya darbeyeke mezin li dijî serweriya Îranê, tê kirin.

Esed û Rûsya wê li hev bikin

Li Sûrî xwelihevrakêşaneke siyasî di warê aborî de xwe nîşan dide? Ev baş diyar nîne. Lê der barê dawiya vê nakokiyê de jî, lêkolînerê siyasî û rojnamevanê Sûriyê Malik El-Hafiz dibêje, ”Der barê kesayetan de û gelo dê kî bi ser keve? Ez dibînim ku Esma El-Esed ku xwediya meylên Ewrûpî ye, ji bo guhertina çerxa aboriya Sûriyê di serdema bê de, bi Rûsyayê re li hev dike. Lihevkirina El-Esed û hevjîna wî bi Rûsyayê re, dê ji berjewendiya her du aliyan be. Lê belê helbet ji bo alîgirên Îranê li Sûriyê ev ê derbeke bi bandor be.”

 

ANHA/NAVENDA NÛÇEYAN