Her wiha di teqîneke din de ya li Şamê yek jê kurd 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 30 kes jî birîndar bûn. Hat diyarkirin ku du kes ji wan Kurd in.
Li gorî nûçeya ajansa Sana ya fermî ya Sûriyeyê, teqîn di saetên êvarê de li Taxa Wirud a Şamê, li nêzî rawestgeha wesayîtan pêk hat. Li gorî nûçeya ajansê, di encama teqîna ku sedema wê nehat hînbûn de, yek ji wan kurd 10 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 jê kurd 30 kes jî birîndar bûne.
Hate gotin ku welatiyên kurd ên bi navê Mistefa Osman ku 2 zarokên wî hene û Mehemet Koto ku herdu jî ji gundê Sîmala yê girêdayî bajaroka Meydanka Efrînê ne, dema ji terzîxaneya lê kar dikirin vedigeriyan malê teqîn pêk hatiye. Di teqînê de Mistefa Osman jiyana xwe ji dest da, Mehemet Koto jî birîndar bû.

Ji Îngîlîstanê pêşniyara terikandina Sûriyeyê

Ji aliyekî din ve serokwezîrê Ingilîstanê David Cameron da xuyakirin ku ew alîgirê ku derketineke bi ewlehî ji Beşar Esed re were amadekirin. Cameron got ku heke derketina Esed ji Sûriyeyê dê pêşî li kuştinan û tundiyê bigire ew alîgire ku ji bo derketineke bi ewle ji Sûriyeyê bibin alîkar. Her wiha bang li cıvata navneteweyî kir ku her tiştî li ber çavan bigirin ji bo pêkanîna vê yekê.
Ev daxuyaniya Cameron ji alî rêxistina Efûyê ya navnetewî hate rexnekirin û daxuyaniya Cameron wekî bazarekê ji bo parastina Esed nirxand.  Cameron şer êli Sûriyeyê dibe wekî tiştekî ku nayê qebûlkirin binav kir û got bê guman ez vê pêşinyarê dikin ne ku ji bo ez Esed di dawetî welatî xwe bikim, lêh eke bixwaze derkeve bila derkeve û paşê mirov dikare amadekariyên wê yekê bike.
Cameron destnîşan kir ku niha tu planên welatê wî ji bo biçekirina komên çekdar ên ku niha şerê Esed dikin tune ye.

Fuzeyên stinger di destê muxalifan de hene

Wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Lavarov di hevdîtinên xwe yên li Urdunê de bi serokwezîrê berê yê Sûriyeyê Riyad Hicab re hate ba hev. Lavarov di daxuyaniya çapemeniya ya bi serokwezîrê Urdunê Nasir Cude de banga xwe ya ji bo bidawîanîna li tundiyê dubare kir û got ku muxalefeta çekdar a Sûriyeyê bûye xwedî fuzeyên Stinger ên amaerîkî. Lavarov pesend kir ku di destê muxalifên çekdar ên Sûriyeyê de 50 fuzeyên Stinger ên kul i dijî balafiran tên bikaranîn hene. Lavarov got ku hin alî ne xema gelê Sûriyeyê naxun û hemû derdê wan serê Beşar Esed lê di encamê de bi hezaran sivîl tên kuştin û yek ne derde ji bo wan. 

ŞAM/UMAN