Xweza û jiyana kevin ya Kurdewariyê di tabloyên şêwekar Mihemed Xurmalî de reng didin.
Duyemîn pêşangeha şêwekar Mihemed Xormal li hola Grîn Galerî ya rêveberiya Hunera Şarezor a li bajarokê Şarezor ya ser bi Silêmaniyê tê nîşandan.
Di pêşangehê de bi giştî 40 tabloyên cuda hatin nîşandin. Beşekî mezin yê tabloyan girêdayî xweza, gundên Kurdistan û jiyana kevin ya Kurdewariyê ne. Tê payîn pêşangeha doh hat vekirin 2 rojên din vekirî be.
ŞAREZÛR/ROJNEWS