Êrîşên DAIŞ’ê yên li aliyê rojava û rojhilat ên Kobanê destpê kirin, li başûrê kantonê jî belav bûn. Di şerê herî dawî yê di navbera hêzên YPG-Bûrkan El Firat û çeteyên DAIŞ’ê de 29 çete hatin kuştin. Navenda Ragihandinê ya YPG’ê der barê encamên şerê li Kobanê destpê kir de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: “Êrîşên çeteyên DAIŞê yên di 15’ê Îlonê de li hember Kantona Kobanê dabûn destpêkirin bi hemû dijwariya xwe berdewam dikin. Êrîşên çeteyên ku ew 4 rojin bi bombebarana tank, topên obus û hawanan, dîsa bi çekên giran dihat meşandin 2 roj berê zivirî êrîşa bejahî û ji eniya rojhilat û rojavayê Kobanê ye berdewam kir. Di vê çerçove de êvar û şeva 16’ê Îlonê, çalakiyên hêzên me kirin û pevçûnên hat jiyîn bi vî avayî ne.”

YPG ragihand ku çeteyên DAIŞê li hember gundên Talik û Zerik ên li rojavayê Kobanê êrîşêk lidarxistin. Li wan gundan pevçûnên pir dijwar hat jiyîn, lê der barê kuştî û birîndarên çeteyan de agahiya zelal nehatiye destxistin. YPG di vê mijarê de ev agahî dan: “Çeteyên DAIŞ‘ê li hember Girê Zaxros dest bi êrîşê kirin û 4 caran êrîşê xwe dubare kirin. Lê hêzên me her 4 caran êrîşê çeteyan şikandin û çeteyan neçar hiştin paşve bikişin. Pevçûnên di vê qadê de qasî hatiye zelal kirin 9 çete hatine kuştin. Hêzên me di van pevçunan de 1 çeka kileşe çeteyan bi dest xistine. Hêzên me bersivên tund dane çeteyên ku xwestin li hember gundên Boraz û Dugurman êrîş bikin. Di pevçûnên li van qadan de 7 endamên çeteyan hate kuştin. Cenazeyek û çekek kleş ketin destê hêzên me. Ber destê sibehê çeteyan dubare xwestin êrîşî gundê Dugurman bikin, lê hêzên me êrîşê çeteyan sekinandın. Di vî êrîşê çeteyan de wesaîtek doçka li ser, tevî çeteyên di nav de hat rûxandin. Qasî hat zelal kirin, di vê pevçunê de 13 çete hatine kuştin.”

YPG derbe li çeteyan da
Derbarê êrişên çeteyên DAIŞ´ê, li hember gundên Aşmê, Xorsê, Torman û Zerik a ku dikeve başûrê Kobanê jî YPG ev agahî dan: “Hêzên me bersivên tund dan çeteyan û derbên giran li wan dan lê hejmara kuştî û birîndara çeteyan nehat zelal kirin. Çeteyan heman demê de 2 hemwelatiyên sîvîl a ku dixwastin ji gundê Zerik birevin girtin û wan bi şeklekî hov şehîd xistin. Hêzên me di navbera gundê Sebit û sawama (embara genîmê) ya Sirîn de li hember çeteyên DAIŞê çalakiyêk lidarxistin. Çalakiya ku wesaîtek hat ruxandin de hejmara çeteyên kuştî û birîndar nehat zelalkirin.Çeteyên DAIŞ li hember gundê Qilhaydê jî êrîşêk lidarxistin. Piştî bersîv dayina hêzên me li qadê pevçûnên dijwar hat jiyîn. Li gund derbên giran li çeteyan hat xistin lê nehat zelalkirin ka çend kuştî û birîndara çeteyan çebu ye.”

5 şervanan jiyana xwe ji dest da
YPG ragihand ku di şer de 5 şervanên wan jî jiyana xwe ji dest dan û wiha pê de çû: “Hêzên me li nêzîkî gundê Karayaşik li hember komek çete ku di nav tevgerê de bûn xistin kemînê. Çeteyên ku derbên giran xwarin çiqas kuştî û birîndar dan, nehat zelalkirin. Di şer de 5 hevalên me bi qehremanî şer dikirin gihiştin şehadetê.” YPG bibîrxist ku ewê nasnameya şervanên jiyana xwe ji dest dane, di demek nizîk de bi rayagiştî re parve bikin.

KOBANÊ




Şerê rûmetê ye

Hikûmeta herêma Kobanê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî herêmê ku ji sê aliyan ve pêk tînin bi bi daxuyaniyekê şermezar kir. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin. “Careke din herêma Kobanê rastî êrîşên hovane ji her sê aliyan ve tê. Çete bi awayekî tevlîhev gundên herêmê topbaran dikin û şikandina vîna gel hedef digirin.” Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin: “Ev kiriyarên hovane yên çeteyên DAIŞ’ê ku wekî nexweşiya penceşêrê belav dibe, divê bi hemû derfetan bêne rawestandin. Ev şerên tunekirinê ku pîremêr, jinan û zarokan armanc digrin û gundên aram û welatiyên sivîl bi hemû çekên giran bombabar dikin.”

Ji hikûmetê bang

Hikûmeta herêmê bang li welatiyên herêmê kir ku li hember van kesên bê nirx derbikevin û got ku divê li hember van kesan bibin yek û ev tişt di daxuyaniyê de hatin gotin: “kesên xwedî rûmet divê bi hemû hêz û derfeta xwe çekan li hemberî êrîşên hov ên çeteyan rabikin û alîkariya şervanên YPG’ê di parastina axa welat de bikin.” Her wiha hikumetê bang li hemû tevgerên siyasî kir ku piştgiriya gelê kobanê bikin û wiha hate daxuyakirin: “Em bang li hemû tevgerên siyasî yên Sûriyê dikin ku piştgiriya gelê Kobanê di berxwedana li dijî êrîşên çeteyan de bikin. Em bang li hêzên kurdistanê dikin ku bi erka xwe ya alîkariya bi berxwedana gelê kobanê re rabin.” Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyîn û Raya Giştî ya Cîhanê hate kirin ku piştgiriya berxwedana gelê Kobanê li hember ev Rêxistina DAIŞ’ê ya hov bikin. 

KOBANÊ