Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku li Kobanê 14 gund û hinek girên stratejîk ji çeteyan hatine paqijkirin û çeteyek jî bi saxî hatiye girtin. Navendê diyar kir ku li herêma Cizîrê jî 2 çete hatine kuştin. Navendê destnîşan kir ku di 24 saetên dawî de şervanekî YPG’ê jiyana xwe ji dest daye.

Navenda Çapemeniya YPG’ê doh derbarê 24 saetên dawî yên operasyona rizgarkirina Kantona Kobanê û çalakiyên li herêma Cizîrê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniya ku di malpera fermî ya YPG’ê de hate weşandin de  hate diyarkirin ku berxwêdana Kobanê ya ku li hemberî hewldanên dagirkirinê yên çeteyên DAIŞ’ê tên meşandin û gihiştiye merhaleya serkeftinê ketiye roja xwe ya 144’an û pêngava Azadkiran Kobanê ya hêzên YPG’ê jî bi hemû lêza xwe berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hêzên YPG’ê pêr bi roj û şev li rojhilat, rojava û başûrê Kobanê li hemberî hejmarek zêde gund û noqteyên stratejîk ên ku çeteyan dagir kiribûn operasyonek hemwext pêk aniye. Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonê de derbeyên giran li çeteyan hatine xistin û 14 gund û hin noqteyên stratejîk hatiye rizgarkirin.


Heta niha 65 gund rizgar bûne

Tevî 14 gundên ku hatin rizgarkirin, hejmara gundên piştî azadbûna Kobanê yên di encama operasyona YPG’ê de hatine rizgar kirin gihişt 65’an

Di berdewama daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Hêzên me li rojhilatê Kobanê duh operasyonekî dorfireh lidarxistin. Hêzên me di operasyonê de gundên Tilîk, Hewlaqî, Dibîrik, Qişlê, Muxaraç, Til Xezal, Mezra Sofî, Bîrêreş û Pîno hedef girtin. Hêzên di me demeke kin de gundên hatibûn hedefgirtin ji çeteyan paqij kirin û derbeyên giran li wan xistin. Hêzên me yên ko operasyonên xwe berdewam dikin, îro di seatên sibehê de li ser rêya gundê Qeremux jî serdestiya xwe çêkirin.

Pêşketina hêzên me li rojavayê Kobanê jî berdewam dike. Li vê herême hêzên me gundê Bubanê yê ku ji 2 gundan pêk te û girên stratejîk ên li derdora gund rizgar kirin. Hêzên me li başûrê Kobanê jî gundên Rovî, Tevşo û Xizênê hedef girtin û di demekî kin de rizgar kirin.”


Çeteyek bi saxî hate girtin

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di operasyona li eniya başûr de hêzên YPG’ê kesê bi navê Ebu Hemza Kurdî (Murat Baynal) yê di sala 1977’an de ji dayik bûye û li ser nufûsa bajarê Qersê qayd kiriyê tevî çek û cebilxaneya li ser wî bi saxî hatiye girtin.”


17 termên çeteyan di destê YPG’ê de ne

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di hersê qadan de ji ber ku operasyonên YPG’ê hin jî berdewam dikin hejmara kuştî û birîndarên çeteyan, dîsa çek û cebilxaneyên hatine desteserkirin nehatiye zelalkirin, lê heta niha tevî 17 cenazeyên çeteyan hêzên YPG’ê dest danîne ser 4 tirimpêl, fûzeyek, 26 klêş, 70 şarjor û 2.000 guleyên kilêşan, 5 çekên BKC û 200 guleyên BKC, 36 bombeyên destan, 3 rext, bêtêlek û dûrbînek termal.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di operasyonên di nava 24 seatên dawî de hatinê lidarxistin de şervanekî YPG’ê bi lehengî şer kiriye û gihîşt şehadetê, her wiha 8 şervan jî birîndar bûne.

Di dawiya dawiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên YPG’ê şêva din di navbera gundên Emrî û Şora yên ku 25 km dikevin başûr rojhilatê Qamişlo, li hemberî komên çeteyan çalakiyek lidar xistiye. Hate gotin ku  di êrîşa ku konwoyek leşkerî hatibû hedefgirtin de tirimpêlekk çeteyan hatiye ruxandin û 2 kuştiyên çeteyan hatine tespîtkirin.  


Li Til Temirê pevçûn

Hêzên YPG’ê li nêzî gundên Xêbiş û Til Şamîram ên girêdayî bajarê Til Temirê êrîşeke çeteyan ku xwestin êrîşî navendên YPG’ê bikin, şikandin.

Hêzên YPG’ê li nêzî gundên Xêbiş û Til Şamîram ên girêdayî bajarê Til Temirê êrîşeke çeteyan ku xwestin êrîşî navendên YPG’ê bikin, şikandin.

Hat ragihandin ku doh danê sibê saet di 07.00’an de çeteyên DAIŞ’ê ji gundên Uca, Huda û Um El-Mesamîr ên li ser rêya çiyayê Ebdilezîz ji aliyê rojava ve hewl dan êrîşî çeperên YPG’ê yên li nêzî gundên Xêbiş û Til Şamîram ên rojavayê bajarê Til Temirê bikin, rastî bersiva tund a şervanan hatin.

Di encamê de şer û pevçûn di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de derket. Der barê encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin. 


 ANHA/KOBANÊ