17 çete hatin kuştin
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: "Hêzên me şevê din li hemberî çend nuqteyên rojhilat û bakurrojhilatê bajêr, ku çeteyan dagirkiribûn operasyonek hemwext pêk anîn. Di operasyona li herêmên Sukul Hal, Pîşesazî û Mekteba Reş de, hemû nuqteyên hedef hatin girtin hatin paqijkirin. Komên çeteyan ji bo pêşketina hêzên me asteng bikin mayinên berê li avahiyan de cihkiribûn teqandin. Ji ber teqîna van teqemeniyan ti windahî çênebû. Hêzên me li herêma Mekteba Reş, kolanek ji çeteyan paqijkirin. Şervanên me yên YPG/YPJ, li bakurrojhilatê bajer jî Sukul Hal, Mislax û Gaziya Hecî Mehmud bi temamî paqijkirin û nîvê herêma Pîşesaziyê ji çeteyan rizgar kirin. Di vê operasyonê de herî kêm 9 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Hêzên me li vê qade 1 BKC, 1 B7 roketavêj û 1 kleş desteserkirin."
Li Miştenûr DAIŞ derbe xwar
Di daxuyaniyê de hat gotin ku komên çeteyan xwestin dîsa êrişî girê Miştenûr bikin û rastî berxwedana şervanên kurd hatin. YPG wiga got: "Hêzên me çeteyên li her sê baskê çeteyan xistin û ew paş de xistin. Di pevçûnên li vê qadê de 8 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin. Hêzên me tevî 6 termên çeteyan dest danîn ser 7 kleş, 32 şarjorên kleşê û 700 fîşekên kleşê, 1 roketavêja B7, 1.200 fîşekên BKC, 12 bombeyên destan, 4 mayînên bi dest hatine çêkirin û bêtelek." Li gor daxuyaniya YPG´ê i pevçûn û operasyonên 24 saetên dawî de 2 şervan jî bi lehengî şer kirin û gihîştin şehadetê.
ANHA/KOBANÊ