Di şerê li herêma Şehbayê de pêr danê êvarê, Ceyş El-Suwar maşîneyeke BMB a çeteyên dewleta Tirk rûxand û 11 çete jî kuştin. Dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk li herêma Şehba dewam dike. Li Şahbayê çeteyan pêr sibehî xwest êrîşî nuqteyên Ceyş El-Suwar bikin. Lê di encama mudaxeleya şervanên Ceyş El-Suwar de, 2 maşîneyên çeteyan hatin derbkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî, di şer de şervanên Ceyş El Suwar maşîneyeke BMB ya çeteyan jî imha kir û hate gotin, 11 çeteyên di BMB´ê de hatine kuştin.


EFRÎN