Artêşa Tirk û çeteyên wê şeva din gundê Eyndeqnê yê herêmên Şehbayê topbaran kir. Çeteyan bi dijwarî gund topbaran kirin û herêmên topbaranê pê re pê re fireh kirin heta gihişt gundên Emlîqa û Belûniyê. Her wiha zêdeyî 60 topên hewanê li gundan xistin.
Di encama topbaranê de ziyaneke mezin li mal û milkên welatiyan çêbû.
Şervanên Hêzên Şoreşger bersiva êrîşên artêşa Tirk û çetyên wê yên bajaroka Ezazê û Mari dagkirine, dan. Şervanan li nêzî nexweşxaneya Ezazê tangek û erebeyeke doçka li ser a çeteyan ruxandin.
Çeteyên artêşa Tirk paşê careke din jî gundê Belûniyê û Şêx Îsa, topbaran kir. Topbaran heta pêr saet 23.00ʹan dewam kir. Topbarana çeteyan her wiha gundên Şêx Îsa, Til Rifet, Um Hoş, Herbil, Semûqa, Hesacik, Hesiye, Sed û Eyn Deqnê jî girtin nava xwe. Çeteyan gelek topên giran bikar anîn. Çavkaniyan diyar kirin ku çeteyan zêdeyî 75 topan li ser Til Rifetê û gundê Şêx Îsa, barandin. Di dema ku Hêzên Şoreşger bersiva topbaranê didan, şer di navbera şervanan û çeteyênê artêşa Tirk de derket û di encamê de 4 çete birîndar bûn û hejmarek jî hatin kuştin.
ŞEHBA