
Ji Ajansa Nûçeyan Firatê (ANF) Bêrîtan Sarya bi Fermandarê giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hacî Ehmed re peyivî û encamên vê hevpeyvîna di bi wara parastina kantona Şehba û rizgarkirina wê û planên dagirkirina Efrînê yên Tirkiyeyê bi berfirehî weşandin. Me ji vê hevpeyvînê cihên sereke û girîng ji bo xwendevanên xwe li parzûnê kir û weke nivîs amade kir. Hacî Ehmed got, armanca Tirkan a degirkirina tevahiya Şehba, Idlib û Efrînê hîna dimîne, û wiha peyivî: “Haya me ji vê heye û me tedbîr girtine, em hîna jî van tedbîran xurt dikin.”
Hacî Ehmed bi bîr xist ku ew dixebitin da ku dawiyê li hebûna dewleta Tirk a li Şehbayê bînin û amadekariyên wan jî ji bo vê armancê dewam dikin: “Erdên me dagirkirî ne. Ji parastinê bêhtir, hewldana me ji bo rizgarkirina erdên me yên dagirkirî, gundên me û mirovên me ye.” Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hacî Ehmed got, Tirkiye dixwaze senaryoya li Şehbayê li Idlîbê jî bi pêş bixe û wiha dewam kir: “Ji ber ku heger Idlîb bi vî rengî bimîne, baş dizane ku siberojê wê ji Efrînê QSD û Artêşa Şoreşgeran dest werdin. Weke li Şehbayê, li Idlîbê jî bi senaryoyeke bi vî rengî dixwazin pêşiya destwerdaneke bi vî rengî bigirin.”
Tirkan xiyanet kir li hevalbendên xwe yên terorîst
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) Hacî Ehmed bi bîr xist ku Tirkiyeyê DAIŞ bi kar anî û Şehba dagir kir û wiha peyivî: “Piştî ku Minbic hat rizgakririn, me dizanî Cerablus wê zû bê rizgarkirin. Tirkan jî bi vê dizanî. Heger hingê em ketibana Cereblus û ew rizgar bikira, di destê QSD´ê de wê erdekî mezin û hêzeke mezin çêbûbaya. Em li wir, Tirkan bixwesta jî wê hêza wan têrê nekira ku bi ser kevin. Ji ber vê jî wan xiyanet li wan navendên terorîst jî kir ku heta hingê wan ew bi kar dianîn. Armanc pêşîgirtina li QSD’ê bû.”
Hacî Ehmed îşaret bi dewir-teslîma di navbera Tirkiye û DAIŞ´ê de ya li Cerablûsê kir û got, “Çeteyên DAIŞ´ê ji Cerablusê heta bi Kandura bi meşê çûn. DAIŞ´ê bi lihevkirinekê tevahiya herêmekê vala kir. Di encama xebateke demdirêj a îstîxbarî dewir-teslîmek hat kirin. Paşê Bab jî li vê hat zêdekirin.”
Armanc Idlîb e
Hacî Ehmed îşaret bi rola Rûsyayî jî kir û got, “Tirkan bi Rûs û Îraniyan re li hev kir û çav lê hat girtin ku ev der teslîmî Tirkiyeyê bên kirin. Di berdêla vê de berxwedana li helebê bi dawî kirin û ev dever dan dest rejîmê. Arman ew e ku Efrîn û Kobanê negihîjin hev. Di encamê de îro beşeke mezin a Şehbayê dagirkirî ye.
Niha jî xwe bi navê ´Şûrê Firatê´amade dike. Berdêleke vê jî heye û ji bo vê niha bazarê dike bi Rûsan re. Armanc Idlîb e.”
Li gorî Hacî Ehmed, di berdêla wê yekê de ku Rûs destûrê bidine êrîş û zextên wê yên li dijî Şehba û Efrînê, ew ê jî li Idlîbê Heyet Tahrîr El Şamê bifetisîne: “Ji ber ku heger Idlîb bi vî rengî bimîne, baş dizane ku siberojê wê ji Efrînê QSD û Artêşa Şoreşgeran dest werdin. Weke li Şehbayê, li Idlîbê jî bi senaryoyeke bi vî rengî dixwazin pêşiya destwerdaneke bi vî rengî bigirin.”
Çavê wan li dagirkirina Efrînî ye
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hacî Ehmed got, tiştekî wekî Artêşa Azad a Sûriyê nemaye, Tirkiye xwe li herêmê bi rêya baregehan mayînde dike û çeteyên ku bi temamî biya wê nakin jî tasfiye dike. Li gorî Hacî Ehmed, planên Tirkiyeyê yên êrîşên bi ser Efrîn û Şehbayê de bi hevgirtina xelk û hemû aliyan û bi meşa mezin a van aliyan bi hev re hatiye pûçkirin û wiha dewam kir: “Plan niha cemidandine. Heger keysa xwe lê bînin, zemînekî pişûk bibînin wê ji nû ve bixin dewrê. Haya me ji vê heye û me tedbîr girtine, em hîna jî hewl didin van tedbîran xurttir bikin. Ev plan bi temamî nehatiye pûçkirin.”
Li gorî Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran “Dema Tirk ji Şehbayê derketin, tehlûke wê nemîne. Heta ku eskerekî bi tenê yê Tirk li Şehbayê hebe, ev tehlûke wê dewam bike. Tirkan ev êrîşker hemû gihandine. Til Madiq, Sed, Şêx Îsa û herî dawî herî zêde berê xwe didin Eyn Daqnayê. Bi ser nakevin. her carê gelek wendahiyan didin û vedikişin.”
Kantona nû Şehba
Elaqedarî damezrandina kantona nû ya Şehbayê jî Hacî Ehmed got, „Armanca me ne tenê bergirî ye. Em hem kantona Şehba diparêzin û hem jî hewl didin erdên xwe yên dewleta Tirk dagirkirî ji nû ve rizgar bikin. Erdên me dagirkirî ne. Ji parastinê bêhtir, hewldana me ji bo rizgarkirina erdên me yên dagirkirî, gundên me û mirovên me ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN
Artêşa Şoreşger bersivê dide
Artêşa Şoreşgeran li gundên Kantona Şehbayê bersiva êrîşa Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê da. Di heman demê de, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jî gund û navçeyên herêma Kantona Efrînê topbaran, kirin.
Topbarana Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bajarokên Mari û Kilcebrîn li ser gundên Kantona Şehbayê, dewam dike. Şevê din artêşa dagirker û çeteyên wê bi şev gundê Til Cîcan, Til Medîq, Semûqiyê û Herbel ên Şehbayê bi çekên giran, topbaran kirin.
Topbaranê çend saetekê dewam kir. Di encamê de, zirarên madî gihîştin mal û milkên welatiyan. Artêşa Şoreşgeran bersiva êrîşan da û li herêmê şer qewimî. Lê derbarê encamên şer de, agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyê din Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derengê şevê, pêr Girê Şehîd Barîn û Bedran ên herêma Cindirêsê ya girêdayî Kantona Efrînê, topbaran kir. Zêdetirê 20 topam li girê navborî ketin.
Her wiha artêşa dagirker zêdetirî 40 topî avêtin gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa.
ANHA/EFRÎN-ŞEHBA