Bi armanca piştgiriya derûnî û zêdekirina hezkirina zarokan ji xwendin û perwerdehiyê re, Komîteya Piştgiriya Derûnî ya ser bi Heyva Sor a Kurd ji bo zarokan hin çalakî li dar xistin.

Di çalakiyan de zarokan stran gotin û gelek lîstik û pêşbirk jî hatin pêşandan. Li ser mijarê Endamê Komîteya Piştgiriya Derûnî ya girêdayî Heyva Sor a Kurd, Rêber Şahob da zanîn ku ew ê çalakiyên xwe dewam bikin û piştgiriya xwe bi zarokan re bidomînin.

 

ANHA/ŞEHBA