Li gorî agahiyên ber dest, li navçeya Semûrê Besniyê, kesekî birayê xwe, bavê xwe, jinbira xwe û du biraziyên xwe bi çekê kuştin. Piştre jî hewl da xwe bikuje. Bûyer doh berî nîvrojê, saet 11’an qewimî. Kesê bi navê Salîh Albay ê li gundê Xêrkan ê Besniyê, di mijara parvekirina zeviyan de bi bav û birayê xwe re nîqaş kir û piştre bi çifteyê li wan reşand. Salîh Albay piştre bi heman çifteyê gule berda serê xwe jî. Salîh Albay ê bi giranî birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Li Tirkiyeyê kuştin û birîndarkirina bi çekan dema dawî zêde bûye. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, desthilatdariya AKP’ê li şûna ku pêşî li rahiştina çekan bigire, hîn bêhtir teşwîq dike. Bi xala 121. a biryarnameya bi hejmara 696’an, pêşî li wê yekê hate vekirin ku bi taybetî sivîlên alîgirên hikûmetê rahêjin çekê. Tê texmînkirin ku li Tirkiyeyê bi 20 milyon kesî re çek hene. SEMSÛR