Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî baregeheke eskerî ya li ber Qereqola Bêzokê ya Şemzînanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de 7 eskerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.

HPG´ê got, “4’ê Gulanê saet 14:10’an li navçeya Colemêrgê ya Şemzînanê, hêzên me li dijî baregeheke dijmin a li ber Qereqola Bêzokê çalakiyek kir. Hêzên me xwe berdan nava baregehê û ji nêz ve bi rêbaza birûskê çalakî kirin. Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê hêzên me. Hêzên me çûn ser cenazeyên 7 eskerên dijmin û dest danîn ser çekên wan. 7 eskerên dijmin jî birîndar bûn. Hejmara mirî û birîndarên dijmin dibe ku zêdetir be. Di encama çalakiyê de 5 çekên ferdî yên G-3, çekeke BKC a otomatîk, rexta çeka G-3, zincîrek BKC û kaskeke hêzên dijmin ket destê hêzên me.

Hêzên TC ên dagirker ku di vê çalakiyê de derba giran xwar, derdora devera çalakiyê û gundên Sîrvan û Helena bi helîkopterên bi tîpa Kobra û çekên giran bombe kirin. Piştre jî xwestin li deverê lêgerînê bikin. Di vê demê de hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin çalakiyeke sabotajê kirin. Hejmara eskerên di çalakiyê de mirin nehate tespîtkirin.

Çalakî weke bersiva li êrişên li dijî dayikên Kurd ên fedakar û gelê me hate kirin. Hêzên me di van çalakiyan de zerar nedîtin.”

Li Çelê xweşderbên gerîla

HPG´ê piştî ku îşaret bi derewên dewleta Tirk kir jî wiha behsa çalakiyên li Çelê kir, “Di 2 û 5’ê Gulana de li Çelê ya ser bi Colemêrgê, hin rêzeçalakî hatine lidarxistin.

Di 5’ê Gulanê de saet 01.00’ê şervanên me li Girê Xeregolê li eskerên dagirker da. Di vê çalakiyê li de çeperên dijmin hatiye xistin. Hejmara eskerên mirî û birîndarên dijmin nehatine zelalkirin.

Di 2’ê Gulanê de saet di 14.00’an de hêzên me yên YJA-Starê li Qereqola Girê ya artêşa Tirk a dagirker xist. Di vê çalakiyê de hejmara eskerên mirî û birîndar ên dijmin nehat zelalkirin.”

Li Pîranê 2 şehîd

HPG´ê ji bo 2 şehîdên li Pîrana Amedê jî ev agahî dan: “Di 30’ê Nîsanê de yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker li qada Xaçekê ya Pîrana Amedê kemîn danîn. Hêzên me ev yekîneyên veşartî xistine bin kontrola xwe û 1’ê Gulanê saet 12.00’an li vê yekîneyê da. Di vê çalakiyê de 3 eskerên dijmin hatin kuştin û hevrêyên me Viyan û Dîdar şehîd bûn.”

HPG´ê got, ew ê nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd paşê eşkere bike.

 

ANF / BEHDÎNAN