Li navçeya Colemêrgê Şemzînanê kontrola gerîlayan a li herêmê dewam dike. Gerîlayên HPG´ê destûr nadin tevgera artêşa tirk ya li herêmê û bi çalakiyan bersîv didin operasyonan. Di serî de li Şemzînanê, dîsa li gelek herêman şerê dijwar rû dan. Li gelek deran gerîla di rê de nasname kontrol kirin û 2 kes kirin binçavan. Navenda Ragihandin û Çapameniyê ya HPG´ê jî der barê encamên şer û çalakiyên dawî de daxuyanî da.

Li Şemzînanê çalakî didomin
HPG´ê diyar kir ku li navçeya Şemzînana Colemergê di 22'ê Tebaxê de di navbera saet 14.00-17.00'an de gerîlayan li dijî Alaya Garê çalakî lidarxistine û di encama lêdanê de zirareke maddî li Alayê çêbûye, lê herweha hejmara kuştî û birîndar  nehatiye zelalkirin. HPG ragihand ku di 22'ê Tebaxê de jî di navbera saet 17.00-17.30'an de li Şemzînanê dijî girê Alaya Bîlîcanê çalakî hatiye lidarxistin û ev agahî dan: "Di encama vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê navserên Garê, Ava Hecibeg û quntarên Karker ji aliyê artêşa dagirker a tirk ve bi hewan û obusan hatiye bombekirin.

18 esker hatin kuştin
HPG di daxuyaniyê de da zanîn ku  di 22'ê Tebaxê de jî saet di 12.45'an de li Şemzînanê li dij 120 leşker û 30 cerdewanên yekîneyên bi tevger ên derketibûn operasyonê  çalakiyek lidarxistin û weha hat gotin: "Herêm heta saet 15.00'an ji aliyê helîkopterên kobrayan ve hatiye bombekirin û di encama şerên dijwar de 3 gir ketiye destê gerîlayên me her weha 5 leşker ji aliyê gerîlayên me ve hatine kuştin û 6 leşker jî birîndar bûye. Di navbera leşkerên him hatine mudaxeleyê him jî ji bo kuştî û birîndarê xwe ji herêmê dûr bixînin û gerîlayên me de şerên dijwar qewimîne, di encamê 6 leşker hatiye kuştin. Dîsa li dijî wesayiteke kîrpî û wesayiteke zirxî a akrep a dihate mudaxeleyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de wesayitên derbe xwariye naçar mane ji herêmê dûr bikevin. Di encama çalakiya li dijî yekîneyeke taybet a ji 18 kesan pêk tê hatiye lidarxistin de 7 leşker hatiye kuştin 6 leşker jî birîndar bûne." HPG da zanîn ku encama van çalakiyan de 18 esker hatine kuştin û 12 esker jî birîndar bûne û çekek bi tîpa (HK-33), 2 dûrbîna roj, 6 jarjor, 2 çenteyê leşkerî, 5 guleyên bombeavêj û telefonek hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî şer artêşa tirk kuştî û birîndarê xwe di tarîtiya şevê de ji herêmê  dûr xistiye, piştre herêmên, navserên Ewliya, Gundê Nîrkola û derdora wê, Gundê Salara û Quntarên Gostê bi hewan, obus û helÎkopterên kobrayan bombe kirine.

Li Şaxê çalakî
HPG anî ziman ku di 22'ê Tebaxê de jî li navçeya Şax a Wanê li dijî leşkerên li derdora Qereqola Xawiştê derektine operasyonê gerîlayan çalakiyek lidarxistine û di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûye. Li gorî agahiyan operasyona li herêmê hîn jî berdewam dike.
Di daxuyaniya HPG de hate diyarkirin ku di 22'ê Tebaxê de jî li navbera navçeya Şax a Wanê û navçeya Berwarî ya Sêrtê de gerîlayan rê birîne û nasname kontrol kirine û ev agahî hat dayin:"Keseke bi navê Seyfettîn Saca yê bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin û li pêşberî gel dadgeha wî hatiye kirin. Di encama darîzînê de vî şexsî soza nedubarekirina hevkariya bi dijmin û li ser daxwazên gel serbest hatiye berdan."
Li gorî daxuyaniyê gerîlayên HPG´ê di 22'ê Tebaxê de jî di navbera seet 20.30-21.30'an de di navbera Erzirom û Çewlikê di rê de kontrol kirine, 80'ê wesayit rawestandine û kesên bi dewletê re hevkariyê dikin hişyar kirine.

2 kes hatin binçavkirin
HPG diyar kir ku di 22'ê Tebaxê de jî li navçeya Diyadîna Agiriyê Ahmet Merîçê li Gundê Gordê dimîne û bi dijmin re hevkariyê dike ji aliyê gerîlayên me ve hatiye binçavkirin. Li gorî daxuyaniyê di 22'ê Tebaxê de jî rêya di navbera navçeya Pîrana Amedê û herêma Şingirikê ji aliyê gerîlayan ve hatiye birîn û serokê AKP'ê yê berê ya navçeya Sûra Amedê û rêvebirê AKP'ê Hamît Çelîkkanat ji aliyê gerîlayan ve hatiye binçavkirin.

Serokê AKP'ê serbest hat berdan
Ji aliyê din ve Serokê Rêxistina AKP'ê yê Payîzava Hayrullah Taniş yê ku di 2'yê Tîrmehê de li navenda Wanê ji aliyê endamên HPG'ê ve hatibû girtin serbest hate berdan. Heyeta ji ÎHD û MAZLUMDER'ê ya ku duh gihaştibûn Dihokê, çûn herêma di bin kontrola HPG'iyan û Taniş teslîm girtin.

ANF/BEHDÎNAN




Gundê Gergetê hate valakirin


Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê gundê Gergetê bi sedema ku şer û pevçûnên di navbera gerîlayên HPG û eskerên Tirk de zêde bûne hate valakirin.
Li navçeya Şemzînan doh dema konvoya leşkerî di navbera gundên Nehrî, Gerget û Bêgirtiyê re derbas bû teqîn pêk hat û piştî teqînê şer dest pê kir. Şerên dijwar dewam dikin. Bi vê sedemê gundê Gelgetê hate valakirin. Hinek malbatên ku li gundê Bêgirtiyê jî mabûn, gund vala kirin. Di dema şer de gelek bombe li malên gundiyên Gergetê ketin û baxçeyên wan zirar dîtin. Li baxçeyên gundiyan û qadên daristanê şewit derket. Gundiyên Gergetê li gundê Bêgozan bi cih bûn.

Bi lezgînî derketin
Hate hînbûn ku hinek gundî derbasî Şemzînan bûn. Ji gundiyan Kerîmhan Kaplan der barê mijarê de axivî û wiha got: “Şer û pevçûna doh li vir qewimî gelek bi hêz bû. Gelek gule nêzî malên me ketin û baxçeyên me hatin bombekirin. Rayedarên leşkerî û sivîl ji me re dibêjin gund vala bikin. Doh bi lezgînî em ji gund derketin, îro jî me amurên xwe yên malê girtin. Me gundê xwe terk kir."

Bombebaran didome
Ji gundiyên Nehriyê Nevzat Çîftçî jî weha axivî: “Dibêjin şer doh piştî teqînê pêk hat. Lê me tu teqîn nebihîstin. HPG’iyan li Bêgirtî-Gergetê bi çekên giran êrîş birin ser leşkeran. Piştî êrîşê demek dirêj şer berdewam kir. Leşkeran raste rast herêm gulebaran kir. Di encama gulebaranê de li herêmên Şuhebin, Binsor û Salara şewata daristanan dest pê kir. Balafirên şer hîn jî herêmên Şuhebin, Binsor, Salara, Kurêmizgeftan, Çiyayê Goman û Newala Nîrkula bombebaran dikin. Ketin û derketina herêmê hîn jî qedexeye."

Ji herêma Dostkî-Oremar agahî nayên girtin
Li herêma Dostkî û Oremarê yên Geverê jî ji ber rê girtî ne tu agahî nayên girtin. Ketin û derketina herêmê qedexe ye û li herêmê tevgera hewayî didome. 

DÎHA/COLEMÊRG