NavendaÇapemenî-RagihandinaHPG’ê wiha got: “Ji 22'ê Tîrmehê û virve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike” û agahiyên berfireh der barê pevçûn û operasyonên li navçeya Şemizînanê de da.”
NavendaÇapemenî-Ragihandina HPG’ê di daxuyaniya der barê pevçûn û operasyonên li Şemizînanê de weşande agahiyên berfireh da.Di daxuyanikê de hat gotin: “Ji 22'ê Tîrmehê û virve li Colemergê di navbera navçeya Şemzînanê û herêma Gerdiyayê kontrola gerîlayên me berdewam dike.Gerîlayên me yê serweriya eraziyê di destxwe de digre, hemû êrîşên dijmin ê hewayî û bejahîpaş de pijiqandine.”
HPG’ê wiha got: “Di vê çarçoveyê de FermandariyaTûgaya Şemzînanê ya ji bo mudaxeleyê tevgeriyaye di 25'ê Tîrmehê de di navbera saetên 12.30-19.00'an de ji aliyêgerîlayên me ve hatiye lêdan, ji bo mudaxeleyê destûr nehatiyedayîn” û evagahî da:  “ Cardinleşkerên AlayaGarêya bi serŞemzînanê yênxwestinemudaxele bikin ji aliyêgerîlayên me yê YJA Starê hatiyerawestîn. Di encamaçalakiyên li dijîTûgaya Şemzînanê û AlayaGarê yênji aliyêgerîlayên me ve hate lidarxistin de hejmarakuştî û birîndarêdijmin jialiyê me venehatiyezelalkirin.Her wiha di kontrolkirina nasname û rêya ji aliyê gerîlayên me ve di navbera Şemzînanê û Gerdiyayê dabûn destpêkirin berdewamdikir.”
Di daxuyaniyêd e hat diyarkirinku li beramberî vê yekê êrîşên artêşa“dagirker” a Tirk ê li dijî cihên sivîl berdewamkiriye û wiha berdewam dike: “Li dijî Herêmên Gumokê, Gostê û Senala, Gundên Nîrkola, Bêgirdê, Navreza, Nehrê û Robînosê ji 25'ê Tîrmehê ji saet 12.00'an heta danê êvarî ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer û hewan û obusan hatiye bombekirin.  Her wiha di 25'ê Tîrmehê de di navbera saet 14.00-19.00'an de li navçeya Şemzînanê li dijî Çiyayê Karker, Girê Konserve û Genîş ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin.”

Nasnameya gerîlayan aşkere bû 
 Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li di pevçûnên dijwar ên li Şemizînanê ku di encamê de herî kêm 30 leşker hatin kuştin de, jiyana xwe dest dan aşkere kir. HPG’ê da diyarkirin ku li navçeya Golê ya Erdexanê jî gerîlayek jiyana xwe ji dest da.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên HPG’ê yên li navçeya Şemizînana Colemêrgê jiyana xwe ji dest dan û gerîlayên li navçeya Erdexanê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hemû pevçûnên di 23-24’ê tîrmehê de bi giştî 30 leşker hatine kuştin û got; “Dijmin piştî tarî bikeve di saet 21.00’an de kuştî û birîndarê xwe bi helîkopterên skorskyan ji herêmê dûr xistiye.”
Navenda Çapemenî-Ragihanadiha HGP’ê got; “Li herêmê di encama bi balefirên şer, helîkopterên kobrayan, bi hewan û obusan de bi dijwarî bombebaranê û di pevçûnan de 4 rêhevalên me gihîştiye şahadet.Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin; “. Di 24’ê Tîrmehê de di saet 01.00’an de li navçeya Goleya Erdexanê li nêzî herêma Tîlkîdereyê di navbera gerîlayên me û leşkerên artêşa dagirker a Tirk de pevçûnek qewimiye. Di encama vê pevçûnê de gerîlayêkî me gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên li Şemizînanê jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
Zozan Abûk, bi nasnavê Zozan Kobanî, cihê jidayikbûnê: Kobanî
Egîd Abdullah, bi nasnavê Egîd Kobanî, cihê jidayikbûnê: Kobanî
Sînem Unver, bi nasnavê Sarîna Dîcle, cihê jidayikbûnê: Şirnex
Îhsan Aca, bi nasnavê Kemal Îhsan, cihê jidayîkbûnê: Colemêrg/Çelê

Li Refahiye çalakî

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di 24'ê Tîrmehê de di saet 06.35'an de li navçeya Refahiya Erzinganê li bajaroka Akasuyê li dijî wesayiteke ji qereqola cendirmeyan derketiye ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye li darxistin. Di encama vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîn darê dijmin nehatiye zelalkirin.”

Li Bazîdê 4 leşker hatin kuştin
Navenda Çapemenî-Ragihandina  HPG’êdiyar kir ku di 25'ê Tîrmehê de li navçeya Bazîda Agiriyê li nêzî Qereqola Sûlê di navbera gerîlayan û leşkerên tevgera taybetên derketine operasyonê de pevçûnek qewimiye û wiha got: “Di encama vê pevçûnê de 4 leşker hatiyekuştin.”

Bombebaran didomin

HPG’ê wiha got: “Di 25'ê Tîrmehê de di navber asaet 23.00-24.00'an de li Herêmên Parastinê Medyayê Li Qeladizê li dijî Gundê Enzê û Geliyê Şehîdanê bi ser Qendîlê ye ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi balefirên şer hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê  de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”
Di daxuyaniyê de der barêbombebaran li Dêrsimê de jî ev agahî hatin dayîn: “5. Di 25'ê Tîrmehê de li navenda Dersimê li dijî Geliyê Harçikê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk bi helîkopterên kobrayan hatiye bombekirin. Di encama bombebaranê de şewata li herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike. Her wiha operasyona li vê herêmê destpêkiriye hîn jî berdewam dike.”

Leşker tevlî gerîla bûn 
HPG’ê ragihandku 2 leşker firarkirine û tevli nava refên gerîlayanbûne û ev agahî da: “Di 24'ê Tîrmehê de 2 leşkerên bi navê Habeş Emen û Yakûp Tunçên li Qişleya Taşkisniya Adapazariyê leşkerî dikirin fîrarkirine  û tevli navarefên gerîlayên me bûne.” 

ANF/BEHDÎNAN