Fermandariyan diyar kirin ku di sibeha 7’ê Tîrmehê saet di 03:30 de çeteyên DAIŞ‘ê hewl dan li derdora taxa Sûka Jêr û Taxa Xeyr Nasir bi wesayîtên bombebarkirî êrîşê bikin û gotin, “Hêzên me yên berxwedanê zû bi van êrîşên bi 5 wesayîtên bombarkirî hesiyan. Di encama destwerdana hêzên û balafirên koalîsyonê de her 5 wesayîtên bombebarkirî, bi temajî hatin rûxandin û pêla êrîşan hat şikandin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di heman saetan de li taxa Sûka Jêr, li hemberî çeteyên hewl didan êrîşî hêzên gerîla bikin çalakiyeke sabotajê hatiye lidarxistin û di encamê de çeteyek hatiye kuştin, 2 çete jî birîndar bûne.


Xwestin bi 3 baskan ve êrîş bikin

Fermandariyên HPG û YBŞ’ê di daxuyaniyên xwe de, derbarê şerê êvara 7’ê Tîrmehê de jî ev agahî da:

“Saet di 17:30 de çeteyên DAIŞ’ê lit axên Berbiroj, Xeyr Nasir û Sûka Jêr, ji 3 baskan ve xwestin êrîş bikin. Hêzên me yên berxwedanê zû bi vê hewldana çeteyan hesiyan û qemyoneta bombebakirî bi rokêta B-7 îmha kirine. Li taxên Berbiroj û Xeyr Nasirê jî hêzên me yên gerîla bi êrîşa wesayîtên bombarkirî hesiyan û ji dûr ve wesayît teqandin. Yek ji van wesayîtan, tevî teqemeniyên tê de demeke dirêj neteqiya ye û şewitiye. Her wiha wesayîtek li nêzî çeteyan hatiye teqandin û li vir gelek çete hatine kuştin.

Di êrîşên êvara 7’ê Tîrmehê de bi zelalî 13 çete hatine kuştin. Cenazeyên 4 çeteyan jî li qada şer lê giran bû, mane.” 


 ANF/ŞENGAL




Şervanê HPG’ê jiyana xwe ji dest 


HPG’ê ragihand ku di pevçûnên li Şengalê de şervanekî wan jiyana wxe ji dest daye û wiha hate gotin: “Hevalê wan Egîd ê ji bo parastina hevrêyên xwe bedena xwe kiriye mertal û di encama şerekî bi lehengî de, jiyana xwe ji dest daye.”

Di dewama daxuyaniyê de li ser gerîla Egîd Berxwedan ev agahî hat dayîn:

“ Hevalê Egîd bi tevlîbûna eniya Şengalê ya berxwedanê re meşa xwe ya biryardar xurtir kir û di demeke kurt de bi ked û fedekariyeke mezin gerîlabûyîneke bi bandor afirand. Hevalê Egîd bi rêbaz û taktîka bi bandor sekna fedaî nîşan daye û bi lehengiya xwe re derbeke giran li dijmin xistiye.  


“Nasnav: Egîd Berxwedan
Nav û paşnav: Ferzat Meqsûdî
Cihê ji dayikbûnê. Sine
Navê dê û bav: Tûûba-Necefî
Cih û dema ji dest dayîna jiyanê: Şengal / 7’ê Tîrmehê”