
Fermandariya HPG’ê ya Şengalê & Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê der barê pevçûnên li Şengalê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin.
Li gor daxuyaniyê di pevçûnên Pêngava Azadkirina Şengalê de 5 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin, yek jî bi saxî hat zevtkirin. Di şer de gerîlayeke YJA Starê jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniyê HPG/YBŞ‘ê li ser pevçûnan ev agahî dan: “Di 24’ê Sibatê saet di 20:30 de li taxên Sûka û Kadîfî li hemberî çeteyan çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiyê de 2 çete hatine kuştin.
Di 24’ê Sibatê, hêzên berxwedanê yên HPG/YJA Star, YBŞ û Şêx Xeyrî, bi pêngaveke operasyonî re gundê Sîkiniye û girê parastina gund dike, 2 gir û nîzamiya li Geliyê Şîlo xistin bin kontrola xwe. Danê nîvro yê heman rojê çete li hemberî herêmên hatin kontrolkirin ketin nava tevgerê û heta êvarê pevçûn qewimîne. Di van pevçunan de 2 çete hatine kuştin, gelek çete jî birîndar bûne.
Di vî şerî de dûrbînek û rextekî çeteyan jî hatine desteserkirin.”
Çeteyek hat zeftkirin
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di 24’ê Sibatê saet di 15:00 de, li hemberî tevgera çeteyan a li xeta Geliyê Şîlo û Barê û hat gotin “Di encama vê çalakiya ku bi şêweyê xwe berdana nav pêk hat de, çeteyekî DAIŞ‘ê ji aliyê hêzên me ve hatiye girtin.”
ANF/ŞENGAL
Şervana YJA Starê jiyana xwe ji dest da
HPG/YBŞ‘ê dan xuyakirin ku di pevçûnan de gerîla Vînar Semsûr (Kader Korkmaz) a ji Meletiyê jiyana xwe ji dest daye û gotin: “Gerîlaya me ya YJA Starê hevala me Vînar Semsûr a di van pevçûnan de cihekî aktîf di berxwedanê de girt û di pêngava azadkirina Şengalê de kedeke mezin da, bi nîşandana mînaka lehengiyê gihişt şehadetê. Rêhevala Vînar ku ji kêliya tevlî refên têkoşîna azadiyê bûye û pê ve hem di kesayetiya xwe de hem jî li qadên lê bû hewl da pêşketineke mezin biafirîne û bi sekna xwe ya mînakdar berpirsyariyên mezin daye me rêhevalên wê. Dilsoziya me ya bi bîranîna wê re, wê her tim pêkanîna serketinê be.”