Bexçe ji aliyê gelê ku piştî komkujiyê jiyana xwe li çiyayê Şengalê dewam dike, gerîlayen HPG, YJA Star û şervanên YBŞ‘ê ve hat çêkirin. Li Bexçeyê Rêbertiyê ku li qada Kersê hat çêkirin, bi qasî 200 şitil lê hat çandin. Li bexçeyê aht çêkirin, wêneyên gerîlayên HPG, YJA Star, şervanên YBŞ û YPJ Şengal ên di berxwedana Şengalê de jiyana xwe ji dest dane, cih digire.Ji gerîlayên HPG’ê yên di çêkirina bexçe de cih girtin Sema Amed diyar kir ku li ser daxwazeke zêde ya gel, wan hemûyan bi hev re bexçeyê ku jiyana nû ya li Şengalê temsîl dike, çêkirine û got, “Ev bexçe li Şengalê jiyana nû ya ji felsefeya Rêbertiyê temsîl dike.”


‘Ev şiti ji bo pêşerojê hatin çandin’

Sema Amed da zanîn ku beriya 2 mehan wan dest bi çêkirina bexçe kirine û axaftina xwe wiha domand: “Ev qad li pêşiya bajarê Şengalê qadeke stratejîk e. Ji ber vê yekê me tercîh kir ku bexçe li vir çêbikin. Li pêşiya bajêr bexçeyekî ji wêneyên mezin ên Rêberê me heye. Di çêkirina vî bexçeyî de keda gelê me yê li Şegnalê jiyana xwe dewam dike heye. Her kes hat vê derê û ji bo pêşerojê şitlek çand.”


AMARA ROJBÎN/ANF/ŞENGAL