Piştî 40 rojan rojiya Çileyê Zivistanê, îro Şengaliyên ku pirraniya wan di konên li Çiyayê Şengalê de bi cih bûne, serê sibê zû kal, pîr, jin û zarok kon bi kon geriyan û cejna hevdu pîroz kirin. 

Êzidiyan di vê roja pîroz de diyar kirin ku ew di bin her şert û mercan de dest ji adet û kevneşopiyên xwe yên kurdewarî bernadin û dibêjin ku herçend gelek ferman bi serê wan de hatine lê îro dîsa weke hertim cejna xwe ya pîroz ji bîr nekirine. Hêviya wan ew e ku careke din hemû Êzidî vegerin ser axa pîr û kalê xwe û buhara pêşiya wan bibe buhara xweşî û xêrê ji bo gelê Şengalê. 

Di vê rojê de li Çiyayê Şengalê ji ber nebûna derfetan dayikan nekarîn xwarinan çêkin û mêhvandariyên mezin bikin, lê belê bi derfetên herî kêm mêhvandariya kesên serdana konên wan dikirin, kirin. Her wiha zarokan şekir kom kir û destê mezinên xwe maç kirin. 


 ROJNEWS / ÇIYAYÊ ŞENGALÊ