Di 3’ê tebaxa 2014’an de, dema çeteyên DAIŞ’ê fermana komkujiya 73’yan li ser gelê Êzîdî pêk anîn, Kurdên Êzîdî yên ku dixwazin xwe ji zilma çeteyan xilas bikin. Çeteyên DAIŞ’ê li jêra mala Şemdîn asayîşa xwe datînin û nahêlin Êzîdî xwe xilas bikin. Yên ku dixwazin xwe xilas bikin jî ji aliyê çeteyan ve tên kuştin, revandin û birîndarkirin. Ji 3’yê tebaxa 2014’an û heya 19’ê kanûna 2014’an mala ku Şemdîn dimîne didestê DAIŞ’ ê de. Dema korîdora Şengalê hat vekirin, piştre şervanan berê xwe dabûn Şengalê û dest bi rizgarkirina Şengalê kirin. Mala yekemîn a ku tê rizgarkirin mala Şemdîn e, di encama şerê di du saetan de şervanan ev mal rizgar kirin. Di vê malê de 3 çete tên kuştin û gelek cebilxane hat desteserkirin. Piştî mala Şemdîn ji destê çeteyan tê rizgarkirin, gerîlayên HPG û YJA Starê, li vir dimînin. Ev salek û nîve li wirin, bi hatina demsala havînê re gerîlayan baxçe avakirine û darên fêkî çandine.
Gerîla Hêmîn Bêkes ku li wir dimîne wiha behsa mala Şemdîn kir: “Di nav Şengalê de dema hinek kes dixwazin bên gel hev, cihê hevdîtinê mala Şemdîn destnîşan dikin. Şemdîn xwediyê malê ye. Dema hêzên me ketin Şengalê xaniyê yekemîn ê ku hat rizgarkirin ev xanî bû, çepera çeteyan ya herî li pêş bû. DAIŞ’ê derdora vî xaniyê çeper û tunel çêkiribûn, xwe di wan de bi cih kiribûn. Di rûyê xanî, dîwar û hûndirê xanî de şopa şerekê pir giran heye. Ji bo me wateyekê xwe yê pir girîng heye, erê di warê leşkerî û siyasî de cûda ye, lê ji bo me aliyê manewî bêtir li pêş e.”
ŞOREŞ UZÎMÎ / ROJNEWS