Fermandariya HPG'ê ya Şengalê diyar kir, ku gerîlayê HPG'ê Sîraç Erdogan bi nasnav Sîpan Cûdî yê di pêngava Geliyê Şîlo re roja 10'ê Cotmehê de bi giranî birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Fermandariyê ragihandin ku gerîlayê HPG'ê Nacî Elîzade bi nasnav Şervan Rojhilat jî di pêngava li xeta Şengal-Rojava de cîh digre û di 3'ê Mijdarê de jiyana xwe ji des dide.
Di daxuyaniya Fermandariya HPG'ê ya Şengalê de wiha hate gotin: "Roja 10'ê Cotmehê, gerîlayê me yê HPG'ê Sîpan ê di Pêngava Geliyê Şilo de rol lîst, bi giranî birîndar bû, tevlî karwanê şehîdan bû. Gerîlayê me yê HPG'ê Nacî Elîzade bi nasnav Şervan Rojhilat jî di pêngava li xeta Şengal-Rojava ya navbera 31'ê Cotmehê û 4'ê Mijdarê de cih girt û berxwedaneke mezin nîşan da, roja 3'ê Mijdarê gihîşt şehadetê.
Şervan bi girseyê hate oxirkirin
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Nacî Alîzade (Şervan Rojhilat) doh li Şengalê hate definkirin.
Li şehîdgeha Şehîd Dilgeş a li Çiyayê Şengalê ji bo gerîla Şervan merasîmek ji aliyê gerîlayên HPG, YJA Star û şervanên YBŞ û YPJ Şengalê ve hate lidarxistin.
Piştî merasîmê cenazeyê Şervan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ hat definkirin.
ROJNEWS/ŞENGAL