Farisî ku niha jî di operasyona rizgarkirina Şengalê de cih digire, got ku wi bi şoreşa Rojava re heqîqeta xwe dîtiye û wekî erkeke mirovahiyê tevlî bûye. Farisî diyar kir ku DAIŞ dijminê hevpar ê mirovahiyê ye û bang li ciwanên hemû netewan kir ku tevlî têkoşînê bibin.
Pêşî çû Cezaa
Mesîha Farisî ji pêkhateya Fars e û li peytexta Îran Tehranê dima. Bi taybetî piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Rojava û Kobanê, wî jî bere xwe daye Rojava û tevlî refên YPG’ê bûye. Farisî 4 mehan li herêma Cezaa ya girêdayî bajarê Girkê Legê yê Kantona Cizîrê maye û tevlî berxwedana li vir bûye. Piştî êrîşên çeteyan ên li ser Şengalê, ew jî tevlî operasyona vekirina koridora Şengal-Rojava bûye. Farisî ku niha jî di operasyona rizgarkirina Şengalê de cih digire, tevlîbûna xwe ya YPG’ê û têkoşîna tê dayîn vegot.
Erka mirovbûnê ye
Mesîha Farisî destnîşan kir ku tevî pêkutî û qedexeyên rejîma Îranê jî, bi riya înternetê şoreşa Rojava nas kiriye û wiha dom kir: “Şoreşa Rojava ji nûve vejîna mirovahiyê pêk anî. Min jî got divê ez li cihên ku bi vê çirûskê re vejîn pêk hatiye cih bigirim. Lewre min nedikarî hîn zêdetir bêtevger bimînim. Min tişta pêwîst kir û tevlî refên şoreşê bûm. Em bere wisa dihesiband ku em jiyan dikin, lê niha ez bi hişmeniya xwe bixwebûnê li dijî dijminên mirovahiyê şer dikim.” Farisî destnîşan kir ku piştî 4 mehên li Rojava, bi daxwaza xwe tevlî hemleya rizgarkirina Şengalê bûye.
Ev mozaîka gelan e
Mesîha Farisî da zanîn ku ji destpêkirina korîdorê ve li Şengalê ye û tevî hevalên xwe li eniyên pêş hem şer dikin, hem jî jiyanek hevpar dimeşînin. Farisî anî ziman ku morala wan bilind e û ev tişt anîn ziman: “Çawa ku gelê Êzîdî xwedî çand û dîrokek qedîm e, em bi vî şerê xwe mozaîka gelên cuda pêk tînin. Farisî, destnîşan kir ku hevalên wan ên ku di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane, çavkaniya wan a herî mezin a moralê ye.
Banga ji bo ciwanan
Farisî axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Ez bang li hemû ciwanên li çar perçeyên Kurdistanê û hezkiriyên azadiyê dikim. Ez bi bandora şoreşa hatiye afirandin digihîjim heqîqeta xwe. Divê hemû ciwan jî cihê xwe di nava çalakiya azadiyê de bigirin. Şiyarbûn bi vî rengî mumkun e. Her wiha divê ciwanên azadîxwaz ên ji her neteweyekê jî li dijî dijminê hevpar ên mirovahiyê cihê xwe bigirin.”
ROJNEWS/ŞENGAL