Neteweyên Yekbûyî (NY) li Şengalê ku bi destê DAIŞ´ê qirrkirin hatibûn kirin, wê bi xwe vê kiryarên DAIŞ´ê wekî “qirrkirin” pênase kiribû, dest bi lêkolînê kir.
Neteweyên Yekbûyî (NY) li Şengalê dest bi lêkolîna komkujî û êşkenceya çeteyên DAÎŞ‘ê kir ku li ser Kurdên Êzîdî û xelkên din ên Iraqê pêk anîbû.
Hate ragihandin ku lêkolînê di çarçoveya biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de dest pê kiriye. Biryar par bi yekdengî hatibû girtin.
Lêkolîn dest pê kiriye
Nameya ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres roja 17’ê Tebaxê şand Konseya Ewlekariyê, pêr hate eşkerekirin. Di nameyê de hate ragihandin ku karê lêpirsînerên Neteweyên Yekbûyî yên li ser sûcên çeteyên DAÎŞ‘ê li dijî Êzîdiyên li Şengalê û gelê li Iraqê kiriye, wê piştî 3 rojan dest pê bike. Ev yek jî tê wê wateyê ku lêkolînê roja 20’ê Tebaxê dest pê kiriye.
Gûterres di nameya xwe de diyar kir ku tîma lêpirsînê bi pêşengiya yek ji parêzerên pispor ê Brîtanyayî Karîm Asad Ahmed Khan dest pê kiriye.
Wekî “qirkirina potansiyel” pênase kiribû
3’ê Tebaxa 2014’an piştî ku PDK’ê xwe ji Şengalê vekişand, çeteyên DAÎŞ’ê dest bi êrîşên qirkirinê kirin. Ji ber van êrîşan bi hezaran Kurdên Êzîdî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jin û zarok jî dîl ketin destê çeteyan. Bi destwerdana şervanên YPG’ê û gerîlayên HPG’ê, pêşî li êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê hatibû girtin.
Neteweyên Yekbûyî beriya niha biryarek dabû û komkujî û êrîşên li ser Şengalê wekî “qirkirina potansiyel” pênase kiribû.
Qebûlkirina qirrkirinê
Her wiha Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê, Parlementoya Ewrûpayê û dewletên wekî Skoçya û Ermenistan jî komkujiya DAIŞ a 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê, wekî “qirrkirin” bi nav kiribûn.