Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ber Başûrê Kurdistanê û şehîdkirina Diyar Xerîb meşek li dar xistin.
Ciwan ji ber Dibistana Zerîfa Osê heta Qada Şehîn meşiyan. Gelek ciwan beşdarî meşê bûn. Di meşê de ciwanan dirûşmeyên, ‘Bijî Berxwedana Xakûrkê’, ‘Namire, namire şehîd Helmet’ berz kirin. Herwiha di meşê de bi tundî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate şermezarkirin.
Em ciwan êrişan qebûl nakin
Li Qada Şehîdan li ser navê Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) Şehab Reşo daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin;”Li hemberî dewlete Tirk a dagirker serî hildin. Ev demeke dirêje dewleta Tirk êrîşên xwe li ser Başûrê Kurdistanê zêde kirine. Em weke ciwan van êrîşan qebûl nakin.”
ROJNEWS/ŞENGAL