Komîteya Tenduristiyê ya Şengalê, bi boneya vekirina cihê doktorên diranan li gel nexweşxaneya giştî ya Şehîd Zinar şahiyek lidar xist. Di şahiyê de şêniyên wargehan, personelên tenduristiyê, Meclîsa Jinên Êzîdî ya Şengalê û zarok amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Piştre Dr. Medya Elman vekirina navenda doktorên diranan li civaka Êzîdî pîroz kir û diyar kir, dijminê mirovahiyê li her cihî yek e. Dr. Medya bang li gelê li çiyayê Şengalê kir, ji bo jiyanek xweşik û baştir ji bo gelê feqîr bixebitin. 


Şano hat pêşkeş kirin

Li ser navê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê Dayê Leyla axivî û banga li civaka Êzîdî kir, ku xwedî li nexweşxaneyên xwe derkeve.  Piştre navenda tenduristiyê ji aliyê Meclîsa Jinên Êzidî ya Şengalê ve hate vekirin. Navenda çand û hunera Şengalê jî şanoyek li ser tendirustiyê amade kir û pêşkêş kirin.  Di dawiya şahiyê de Koma Çiyayê Şengalê û Koma Kulîlkên Nîsanê çend stranên xwe gotin.

Nexweşxane li ser navê cangoriyê YBŞ’ê Êzdîn Brahim ê di 20 Tebaxa 2015'an li gundê Sulaxî jiyana xwe ji dest dabû, hate navkirin. 


 ANF/ŞENGAL