Doh li Şengalê ofîsa Koç û Koçberan a Wezareta Iraqê hate vekirin. Di ofîsê de wê navê kesên vedigerin Şengalê û kesên ku heya niha li Şengalê dijîn li Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê bên nivîsîn. Berpirsê ofîsê Ebdil Elxefûr li ser armanca vekirina Ofîsê peyivî û got: ”Em ê hewl bidin tenzîmata malbatên li serê çiyayê Şengalê were dayîn. Wê navê kesên vegerin Şengalê were nivîsîn. Divê malbatên vedigerin Şengalê, ji cihê tên, belge bi xwere bînin. Heya niha navê bi hezaran kesî nehatine nivîsandin. Herwiha em ê hewl bidin navên malbatên li serê çiyayê Şengalê binivîsîn û ji bo tezmînat wan were dayîn kar bikin.”
ROJNEWS/ŞENGAL