Bi hezaran Êzîdî hatin kuştin, jin, zarok û mezin êsîr hatin girtin. Yên ji çeteyên DAIŞ’ê reviyan xwe sipartin Çiyayê Şengalê. Hêzên YPG’ê ji bo gelê li Çiyayê Şengalê asê maye xilas bike di navbera Rabîa-Cezaa’yê de korîdor vekir. Gerîlayên HPG û  YJA Starê diyar kirin ku dema di vê korîdorê de xwe gîhandine Çiyayê Şengalê bi dramek mirovahiyê re rû bi rû mane.

Çiyayê Şengalê dorpêçkirî ye

Şengaliyan, bi armanca parastina gelê Şengalê Yekineyên Parastina Gel (YBŞ) avakirin. YBŞ jî bi gerîlayên HPG û YJA Starê re gelê Şengalê yê li Çiyê li dijî çeteyan parast. Ji roja hatiye avakirin heta niha bi hezaran ciwanên Êzîdî tevli refên YBŞ’ê bûne. Li gorî agahiyên ku ji gelê Êzîdî hatine girtin, ji 10 hezarî zêdetir Êzîdî di destê çeteyan de ne û 5 hezar jî hatine qetilkirin. Gelê Êzîdî ku piştî gihiştin Çiyayê Şengalê dîsa tehdîda komkujiyê berdewam kir. Li dijî Çiyayê Şengalê ku di bin kontrola HPG, YJA Star û YBŞ’ê de bû êrîş di demên dawî de zêde bûn.

Xetere zêde dibe

Rêveberê Tevgera Demokratîk û Azadiyan a Êzdî (TEVDA) Munzur Dêrsîm diyar kir ku çete dixwazin komkujiya ku nîvco maye temem bikin û wiha got: “Çeteyê DAIŞ’ê li gundê Solak, Merkan, Bare, Şilo, Skêniye û Şerfeddîn êrîş zêde kirin. Armanca wan ev bû ku hewldana komkujiyê temam bikin. Ji bo vê êrîşê çiyayê Şengalê kir. Lê li dijî van êrîşan gerîlayên HPG, YJA Stgar û YBŞ’ê çiyayê Şengalê parast û çete ji wir paqij kirin." Dêrsîm bi lêv kir ku gelê Êzîdî yê li Çiyayê Şengalê di şert û mercên dijwar yên zivistanê de têdikoşin û got hewcedariya gel bi xurek û cil û konan heye.
Dersîm got: “Dema korîdor vekiribû, ji her aliyê Kurdistanê alîkarî diçû. Lê niha ji ber girtiye alîkarî nayêkirin. Gel niha di şert û mercên zivistanê de têdikoşe. Ger ku alîkariya lezgîn neyê kirin dê gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Em bang li hemû civaka navneteweyî dikin." 

Banga me bêbersiv ma

Rêveberê TEVDA’yê Saît Hasan Saît jî got di meha cotmehê de du zarokan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Me bi dehan carî alîkarî xwest. Niha 1400 malbat li Çiyayê Şengalê ne. Me berê banga alîkariya mirovahî li Rêveberiya Herêmî û Navendî, civaka navneteweyî kir. Rêveberiya Herêmî divê demildest dalîkariyê bide welatiyên xwe. Ji bo vê ez bang li rêveberiya Kurdistana Federe û hikûmeta Bexdayê dikim. Hewcedarî bi xurek û bergan heye.”

ANF/ÇIYAYÊ ŞENGALÊ