Di daxuyaniyê de hat gotin ku çete dixwazin dorê li çiyayê Şengalê teng bikin,  lewma êrîşên xwe zêde kirine" û hat ragihandin ku êrîşên di 19, 20 û 21'ê Cotmehê de destpê kirin, li derdora Skiniye, Barê, Şilo û Solakê bi şêweyê êrîşeke berfireh hatiye meşandin. Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di êvara 19'ê Cotmehê de çeteyan êrîşî gundên Dahola û Borikê kirine û 3 rojan li Barê, Solak û Şilo pevçûnên dijwar qewimîne.

63 çete hatin kuştin

Fermandariyê da zanîn ku di 19'ê Cotmehê roja destpêkê de, pevçûn bi giranî li Barê û Solakê rû dan, di 20'ê Cotmehê roja duyemîn de li herêma Solakê qewimîne û got, "Di şer û pevçûnên du rojan de 55 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, zêdeyî 10 çete birîndar bûne." Fermandariya HPG'ê ya Şengalê da xuyakirin ku di 21'ê Cotmehê roja sêyemîn de, di navbera Şilo-Barê de li hemberî konvoya çeteyan kemîn hatiye danîn û got, "Di vê çalakiya kemînê de derbên giran li 2 wesayîtan hatine xistin, 4 çete hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. Di çalakiya li dora gundê Barê de jî 4 çete hatin kuştin.


4 şervanan jiyana xwe ji dest da

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên HPG û YBŞ'ê di nava sê rojan de 3 sabotaj, 2 kemîn, 2 çalakiyên bi çekên giran û li hemberî 7 wesayîtan çalakî lidar xistine û hat destnîşankirin ku 2 jî maşînên bi doçka 5 maşîn hatine îmhakirin. Fermandarê da zanîn ku derb li 8 maşînan hatine xistin û got, "Di şerê 3 rojan de bi giştî 63 çete hatine kuştin, 14 çete birîndar bûne." Di şerê 3 rojan de 3 gerîlayên HPG û şervanekî YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dan.

ANF/ŞENGAL