
HEDAR REŞÎD
Beriya ku em werin Şengalê, em li Rojava bûn. Dema êriş li dijî Mûsilê pêk hat û Mûsil ket, êdî li ser Şengalê tehdîteke mezin çêbû. Jixwe, wateya Şengalê çi ye, wateya Êzîdxanê çi ye, ev ji bo me gelê Kurd diyar e. Her kes pê dizane. Li ser vî esasî, dema êriş nezîk bû, hevalan banî me kir. Ez û hevalekî din bûn. Li ser esasê ku em werin Şengalê û hêzeke Êzîdxanê ava bikin, bi me re nîqaş kirin. Ji bo dema êrişek çêbe, ciwanên Şengalê xwe biparêzin, em quwetekê ava bikin. Li ser vî esasî em derbasî Şengalê bûn. Piştî me, bi 15 rojan, 12 hevalên din hatin. Heta demekê naskirina gel çêbû. Çawa li vê derê tevger çêbû, me nîqaş dikir bi hevalên li vê derê re. Wê demê TEVDA hebû. Çend hevalan di nav gel de kar û xebat dida meşandin. Hinek malbat hebûn ew nas dikirin, lê naskirineke wisa di asteke xurt de nebû. Gel em yan jî tevger nas nedikir. Malbatên ku tevgerê nas dikin, pirr kêm bûn. Li gorî vê, tevî hevalên hatî me zend û bend badan. Hêzên li vê derê hakim hebûn. Yen Iraqê bûn, polîsên wan hebûn û dîsa hêzên PDK´ê bi hejmareke pirr mezin li vê derê bûn.
Li Şengalê em ne fermî bûn
Hatina me ya Şengalê jî bi şiklekî fermî nebû, ji ber ku nedihate qebûlkirin. Bi şiklekî veşartî di nav gel de em tevdigeriyan. Piştî çend rojekî, li gundê Xanesorê 3 hevalên me ji milê PDK’ê ve hatin girtin. Careke din jî hindik mabû em bikevin çemberê, me 3 hevalan xwe xilas kir, lê 2 heval jî man. Qederê 2 seatan di destê wan de man ew herdu heval, piştre dema hevalan mudaxele kir, ev heval jî berdan. Her li pey me digeriyan û dixwestin ev karê ku me daye pêşiya xwe, asteng bikin. Ji bo pêşiya xebatên me bigirin, pêngava girtina hevalan dabûn destpêkirin. Li vê derê yek hedefa me hebû, ev gel zanibe xwe biparêze. Ji bo me ya esas ev bû. Weke me gotî, PDK´ê ev armanca me dayî pêşiya xwe, hezm nekir.
Demek derbas bû, êdî Şengal ket. Li vê derê, em çend heval bûn. Hinek heval li milê din yê çiyê bûn, li milê Sînûnê wan bûn. Em çend heval jî li nava Şengala bajêr bi xwe de bûn. Bi şev dema gotin, êrişê Sîbayê dikin, em li Şengalê bûn, û em bi hevalan re axivîn. Hevalan jî li milê din amadekarî dikir. Beriya wê, me du grubên ciwanên Êzidî şandin Rojava, ji bo perwerde bibin. Li vê derê me cihekî veşartî çêkiribû, Kela Polat jê re dibêjin, li vir me amadekarî dikir. Ji Kampa Xidir Teala bi kîlometran me xortim kişandin, erzak kişand, dîsa qederek av hevalan di bin axê de veşartibû ji bo ku em şervanan perwerde bikin. Ji ber ku em nas nedikirin, gel digot, em zarokên xwe naşînin Rojava yan jî cihekî din. Me ev der esas girt û me nikaribû cihekî vekirî jî çêkin. Lê hedefa me diyar bû. Yek ji grubên wan ciwanan hat. Ji bo ciwana bidin naskirin, di nav gel de xebat dane meşandin.
PDK´ê cihên xwe berdan û çû
Dema ferman çêbû, grubeke me hîn li wî milî bû. PDK’ê jixwe cihên xwe berdan û çû. Dema ew direviyan me digot pewîst e em çareseriyekê pêyde bikin, wisa nabe. Em 7-8 heval bûn. Ew jî ne li gel hev bûn. 4 heval li Kela bûn em 4 heval jî li cihekî din bûn. Me wisa dişopand, bi hevalan re tekilî datanî û plansaziyên xwe jî me çêdikirin. Dema me dît pêşmerge direvin, me xwest em werin pêşiya wan bigirin. Li gûndekî girêdayî Şengalê bi navê Qendîl, erebeyeke wan tijî bû. Min cam daxist û min bang kir. Min got: ‘Hûn bi ku ve diçin, ne şerm e hûn diçin? Em bi hev re vî gelî biparêzin.’ Ne şaş bim fermandarekî wan bû, xwe aciz kir, lingê xwe bilind kir. Rahişt çeka xwe min jî rahişt çeka xwe. Piştre ereba wan lê da, reviyan û çûn. Ji wê derê em hedî hedî bi meşê hatin. Heval Birû li wê derê bû, em çûn mala wî, amadekarî dikir wî jî. Em bi traktorê hatin heta cihekî, piştre me got, em bi meşê dewam bikin wê baştir be. Li wê derê armanca me ew bû ku em hinekî xwe bigihînin cihekî bilind, pêşiya pêşmergan bigirin û hinek çekên wan bigirin, bidin gel. Ji ber ku em bi meşê dihatin gel jî li ser rêyekê tijî bû, hem bi trampêlên xwe, zarok, kal, pîr, dayîk, cade tijî bû. Li ser wî halî pêşmerge dihatin bi trampêlên xwe ji gel dibihurîn û diçûn. Tişta ku me dixwest jî ew bû ku em wan bidin sekinandin û bi zimanekî xweş bi wan bidin fêmkirin ku em bi hev re dikarin vî gelî xilas bikin, bi hev re şer bikin, gel biparêzin. Cilên sîvîl li min bûn û yek kalaşînkofa min hebû. Digotin, na em ê biçin çekên me nemane, lê derew dikirin. Çek û cebilxaneya wan hemû bi wan re bû.
Ew roj nayê îfadekirin ev rastiyek e. Te didît, zarok wisa li erdan in, dayik wisa, kal dîsa wisa… Dinya jî pirr germ bû, meha Tebaxê bû. Ji germê pirraniya trampelên gel xirabûbûn. Li wê derê gel pirr zehmetî dikişand. Dema mirov ev didît, ji mirov re tahde bû. Dema mirov gel di wê rewşê de dibîne, wekê ku ne li ser hemdê xwe be, lê tê. Hinek trampêlên pêşmergeyan me didan sekinandin digotin cebilxana me ne maye, hinekan digot, ma gelekî ku bireve tê jê re çi bikî. Berxwedaniyekî nekirin ku heya gel bê parastin.
Roja namûsê ne ya revê
Di rêyekê de em hevalên heyî jî mesafe di navbera me de çêbû, em jî ji hev qut bûn êdî. Heya demekî em hinek gihîştin gel hev, hinek jî ji hev qût bûn. Li wê derê dîsa min trampêleke PDK’ê da sekinandin, zincîra biksî tijî li ser milê wî bû, diyar bû ku fermandarê wan bû, du sterk jî li ser milê wî bûn. Xeber ji mala Barzanî re kir, got cebilxana me xilas bû, nehat em şer dikin û ji me re cebilxane neanî. Wisa axaftinên pîs ji mala Barzanî re dikirin. Min got, niha ne dema wê ye, zincîra biksî tijî li ser milê te ye û biksî di seyara te de ye, ewqas pêşmerge jî bi te re ne. Herî dawiyê jî got, ger miletek bireve, tê çi jê re bibêjî? Dema wisa got, ez pirr aciz bûm, min bi sterkên wî girt û got, ev ji me re ne lazim in. Li milê xwe mêze dikir digot, rutbê min berde rutbê min berde. Gelek tişt digotin, dixwestin me bixapînin. Carekê çend keç û xort dema ku dîtin ez bi ser wan ve hil dibin, hatin cem min. Ji min re gotin, heval tu çi bikî em bi te re ne. Min got temam em zû xwe bigihînin jorê pêşiya wan bigrin û ji wan çekan bigirin. Ji ber me ji wan re got, Şengal wê were parastin, îro roja şeref û namûsê ye, ne roja revê ye. Herî dawiyê min ji wan re got, bi van keviran mabe, ev çiya û gel wê were parastin. Bi dayikan jî mabe, ew ê bikin, wê biparêzin. Lê baweriya wan nebû. Bi vê bêbaweriyê reviyan û çûn.
Hêviya gel nemabû
Dema ew keç û xort jî bi min re hatin, me dîsa yek sekinand û got, hûn diçin biçin ka çekan bidin me. Li wê derê keç û xortan pêşmergeyan xeberên nebaş ji hev re gotin. Bûyer wê hîn mezin bibûya, wê fermaneke din çebûba. Me got qetlîam di nav qetlîamê debila çênebe. Jixwe, heviya gel êdî nemabû. Ew şev nayê îfadekirin. Me pirr telofonî hevalan kir, lê ji ber ku şebeke pir giran bû, me nikaribû xwe bigihînin wan. Em derketin Amud (serê çiyayê Şengalê) li wê derê jî me heval nedîtin. Xaniyê Xidir Teala hebû. Odeyek tijî zarok û jin bûn, odeyek jî tijî zilam bû, û çek di destê wan de hebûn. Lê pirr bê hevî û bêbawerî mabûn. Li wê derê dayikekê savar çekiribû û hinek bacan anîn ji min re. Lê min nikaribû bixwim. Li odeya ku zilam û kal tê de, ez axivîm bi wan re. Min got mamo, bila hinek ji van xortan bi me re werin, em biçin ser lofa bigirin, jixwe heval ji milê Rojava ve tên, wê Şengal were parastin, em nahêlin ev der di destê DAIŞ’ê de bimîne. Hêviya gel nemabû. Ez niha manê didimê. Wê demê, her tişt li ber çavên wan çêbû, ew me jî nas nakin jixwe. Weke ku bibêjin hûn kî ne, bi çend kesan hûn ê çawa biparêzin bi wî awayî nezîk bûn. Gotin ‘yê me nizanin’, me jî got ‘bila werin em ê wan fêrî çek şixulandinê bikin, zehmetiya wê nîne.’ Qebûl nekirin.
Serok Apo bi hewara we ve hat
Min ji wan re got, îro roja namûsê ye, kî tê hûn dizanin, em bi xwe diçin. Xidir Teala û Pîr Şakir, ew herdu bi me re hatin, erebeyeke wan a sor û bîksiyeke wan hebû. Em çawa hatin ser cadê, dengê fîtika hevalan hat. Heval Memo, heval Canpolat, heval Zagros û heval Merwan bûn ji dolê de dihatin. Hevalan xwe gihand ser cadê, ew suwarbûn û me dewam kir. Çenteyekî min yê piçûk hebû, tê de sûretê Serokatiyê hebû, heval Neteweyî diyarî me kiribû û min hîna venekiribû. Min ew sûret derxist da heval Canpolat. Min got, sûretê Serokatî vekin, dibe wî nas nekin, lê bila gel zanibe wayê kesê ku wan diparêze heye. Ji Kampa Xidir Teala heta vê derê, heval Canpolat bi slogan û bi gotinên ‘Serok Apo bi hewara we ve hat, heval bi hewara we ve tên, neçin, Şengal nakeve, em ê we biparêzin, bila xort werin, bi me re em ê vê derê biparêzin’ dikir qîr û hewar. Dema gel dihat, em hedî diçûn me ji wan re digot, bila xortên bi çek bi me re werin, em vê derê bigirin. Hinek di şoqê de mabûn, hinekan destê xwe radikir, lê hîna di şoqê de bûn. Hinek jî çek di destê wan de hebû, çekên xwe ji me re radikirin. Hemû hêviya heval Canpolat ew bû ku ji wan re bibêje çiyayê Şengalê nakeve, yê we ye û hûne karibin dîsa lê bijîn. Psîkolojiya gel xirab bûbû, ew hêza ku ew diparastin, direviya û diçû.
Doçka PDK´ê li pey xwe hiştî
Tam di destpêka lofan de doçka hebû, hevalan got, ev ya PDK’ê ye, li vir hiştine û revîne. Me jî doçka anî danî vê derê. Şehîd Azad hebû, hevalekî Êzîdî bû, ew hat ser vê doçkayê. Suretê Serokatiyê jî me li ser doçkayê danîbû. Doçkayeke din jî hebû, me ew danî Amudê bi xwe ji bo ku heger ji milê Kersê êrişek çêbe, em karibin ji wî aliyî ve bersivê bidin. Gel li vê derê hinekî kom dibû, alîkariya me dikir. Li gel doçkayê me çeperên xwe çêkirin. Me bi hevalên Rojava re tekilî danî, me pirsî, ka heval kêngî wê bên, me li vir çeper girtine ji bo DAIŞ derbasî çiyê nebe em di çeperan de ne. Hevalan dabû rê ber bi me ve dihatin. Wan pirsî, hûnê karibin biparêzin, wê hêza we têrî bike? Min got têne, dikarin werin pêl me bikin, ji ber ku em ê nehêlin ev der bikevin.
Derba yekê li DAIŞ´ê xistin
Sihara wê şevê ji her çar aliyî jî gel dihat ber bi çiyê ve. Ji milê Şengalê ve trampêlek dihat, ser diket, min bi dûrbînê lê nihêrî ji hevalan re got ev trampêl hinekî gumanbar tê. Hemu heval lê mêze kirin, ew trampêl jî hedî hedî dihat carê disekinî û ji nû ve dewam dikir. Qederekî nezîk hat, dema heval dîtin destê xwe derxist û zivirî, hevalan lêda. Trampêlê çend teqle avetin. Piştre heval çûn lê nihêrîn du çete brindar bûn ji trampêlê derketin û reviyan. Hevalan ji trampêlê çend çêkên wan anîn. Dema ciwan dihatin derdorê, me ji bo parastina vê derê çek didan wan. Dema ew trampêl ket li vê derê bawerî bi gel re hinekî çêbû. Heval Xidir Teala telefonî xelkê Kersê kir, ji wan re got, ‘biçin wê derê bigrin, ev heval pirr xweş şer dikin, trampêleke DAIŞ’ê hat hevalan lêda û qulibandin.’ Piştî van gotinên Xidir Teala baweriya gel xurt bû. Piştî wê trempêlê, 6 trampêlên wan li pey hev hatin. Şeş caran hatin, hevalan bi doçkayê lêdida, ew direviyan û bi paş ve diçûn. Roja sêyemîn komek heval ji milê Rojava ve bi dizîka xwe gihandin biniya çiyê. Heval Birû û heval Netewî li milê Çilmêra gel bi cîh dikirin. Siharê hevalê Dilşêr hat û got, ‘ji milê Dîgura ve me heval bi cîh kirine, YPG wê ji wî aliyî ve parastinê bike.’
Piştî roja sêyemîn, dema heval Dilşêr ew hatin, li vê derê me hinek nîqaş kir û em çûn Kersê. Hinekî me li vê derê parastin kir. Di gruba hevalan de hevalekî Ereb û hevalekî ji Efrînê hatibû, heval Kurtay û heval Kawa. Ev heval li vê derê li ser doçkayê man.
Hewarê xwe gihand çiyê
Carekê min mêze kir, tozek rabû. Gel pirsî û got; ‘heval tozeke pirr zêde radibe ev kî ne?’ Me bi durbûnê mêze kir konvoyeke pir mezin ber bi me ve dihat. Rastî gel tirsiya. Ji me re gotin; ‘heval dîsa DAIŞ hat’. Me telefonî hevalan kir, û wan got, ev karwanê YPG’ê ye. Dema me ji gel re got, bawer nekirin, kêfxweşiyeke wisa bi wan re çêbû. Êdî bi rastî jî dîtin ku heval ber bi wan ve tên û hevalan ew bi tenê nehiştin. Êdî telefonî hev dikirin û moral didan hevdu. Jixwe, YPG’ê dema korîdor vekir, HPG’ê û YJA-Star hatin Şengalê.
Di wê navberê de komek pêşmerge di araziyê de bû. Em bi gel re axifîn me got em ê ji wan re bibêjin yan bila werin bi me re şer bikin yan jî bila çekan bidin me û li cihekî bisekinin heta ku me çareseriyek peyde kir. Di nav gelê Êzidî û tevahî gelê Kurd de taybetmendiyekê heye. Dema dijminê wê jî, were xwe bixe bextê wê de ew diparêze. Rihê xwe jî bide wêna diparêze. Nahêle ku tiştek li wê bê. Em çûn çend ciha me li wan pêşmergeyan pirsî, gotin ne li vê derê ne. Gelê Êzîdî ewqasî dilnizm e, ruxmê tişta ku wan kirî jî dîsa xwarin didan wan. Şêx Çelê ji me re got, ‘heval çend çek li vê derê di bin erdê de hatine veşartin’. Me ew çek jî girtin, paqij kirin û da destê ciwanan ji bona wê derê biparêzin. Dema ku em ji du aliyê çiyê ve di nav çemberê de bûn jî ji her derê heval li me digeriyan, digotin heval, çi bibe bila bibe em ê werin, em ê xwe bigihînin we. Ev axiftinên hevalan, ruxmê ku me zanibû ji me dûr in jî, moral dida me. Ji ber ku me heval nas dikirin û em bi xwe bawer bûn. Me digot çi bibe bila bibe, heval wê xwe bigihînin me û wê bikevin çiyê.
Em deyndarê keda şehîdan in
Tevî ku 13 hezar esker berê li vir hebû, di wê rewşê de bêyî ku şerm bikin berê xwe ji vî gerlî zîvirandin. Ger tu li cihekî eskeriyê bikî, gelê te bi fermanekê re rû bi rû bimîne û tu jî birevî, ev nabe şeref û namûsek. Ev tenê dibe xwe firotinek. Niha jî dema tu lê dinihêrî, li ser lofên Şengalê doçka û sûret danîne. Lê ev ne keda wan e. Ev keda hevalên me yên ku tevî ku derfeta wan nebû jî li vê derê doçka şixûlandin. Keda gelê me yê Êzîdî yê ku di wê rewşê de ji bo parastina vê derê alikariya me kir e. Lê hertişt li ber çavan bû, dema tu ji zarokekê bipirsî, wê bibêje ka di wê rojê de kî li vê derê hebû. Dema ala Rêber Apo li ser vê doçkayê dihejiya, ez jî pirs dikim, li ku derê bûn gelo? Ev sûretê Barzanî îro li kêleka me ye, lê di fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de li ku derê bû? Tenê bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe û bersivê bidin. Bila hinek kes jî şerm bikin. Dema li ser van lofan, dayik û keç diketin destê DAIŞ’ê, îro jî pirr rehet hatine xwe li vê derê bi cih kirine.
Lê em bi heqîqetê û bi rastiya xwe bawer in. Ji ber ku rastî bi ti awayî nayê veşartin. Her çiqasî qirêjek ketibe ser dîrokê jî, ev hêza ku wek parastina gel hatiye avakirin û ev felsefeya heyî, ji bo wê qirêjê rake û rastiyê derxe, çêbûye. Rastiya her tiştî jî li ber çav e û diyar e. Her çiqasî înkarkirina wê jî çêbe, bi hezaran pêşmerge hebûn û nikaribûn du gundan biparêzin. Dema Şehît Canpolat û Şehît Azad li ser vê doçkayê bûn, dijmin li wê derê dilerizî. Çend pêşmerge jî di kuna de carê mêze dikirin. Heta dawiyê jî em deyndarê keda wan hevalan in. Heta roja me ya îro jî YBŞ û YJŞ li ser vî nirxî û vê pîvanê xwe mezin dikin û bi vê baweriyê îro gelê xwe diparêzin. Lê heta niha jî ev kar û xebatên niha em dikin, em wek rexnedayîna xwe ya li hemberî gelê xwe Êzîdî didin, heta dawiyê jî parastina wan ji bo me esas e.