Gerîlayên HPG/YJA Starê ji bo paqijkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê û parastina civata Êzîdî ji êrîşan li Şengalê, ev zêdeyî 8 mehan e herêman azad dikin. Ji Fermandariya HPG’ê ya Şengalê Yaşar Berçelan ê di çarçoveya Operasyona Azadkirina Şengalê de li bereya şer e, rewşa dawî ji Ajansa Nûçeyan Firatê-ANF’ê re nirxand.

Berçelan bi bîr xist ku beriya destpêkirina êrîşan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser rewşa heyî û diyar kiribû ku divê ji Rojava heta Helebceyê xeta parastina Kurdan bê avakirin, ev mewzîgirtin ne bi tenê ji bo Kurdên Êzîdî be, ji bo Asûrî, Tirkmen û hemû gelên li Kurdistanê be.

Berçelan anî ziman ku hingî rêxistinbûyîna civata Êzîdî tinebû û PKKya ku di çanda wê de cihê teslîmbûnê nîne, bi hêza xwe ya parastinê HPG’ê, bi rêbazeke fedaiyane xwe gihand herêmê û pêşî li komkujiyê girt.


HPG nirxên insanî doparêze

Berçelan da xuyakirin ku ev destwerdana wan, bi qasî dîroka Kurdistanê, li dijî barbariyê ji bo dîroka mirovahiyê xwedî girîngiyeke dîrokî ye û got, “Hêzên gerîla ji bo komkujiyê rawestînin û trajediyê berevajî bikin derketin çiyayê Şengalê. PKK ew hêz e ku ji bo gelê me xwe feda dike. Destwerdana me li Şengalê nîşan da ku HPG hêzek e ku nirxên însanî diparêze. Weke hêzên HPG’ê bi hatina me ya Şengalê re civata Êzîdî, Şîayên li Şengalê, Tirkmenên Tel Aferê hatin parastin.”

Fermandarê HPG’ê Yaşar Berçelan der barê Operasyonên Azadkirina Şengalê de ragihand, ku şerê van her du mehan diqewime, şerê ji bo paqijkirina derdora Şengalê ji çeteyan e.

Berçelan anî ziman ku bi tenê ji sedî 50 ê vê yekê pêk hatiye û got, “Ketina me ya li navenda bajarê Şengalê di vê demê de pêk hat. Operasyona Azadkirina Şengalê bi serdegirtina hêzên gerîla destpê kir. Hêzên pêşmerge jî piştî du saetan tevlî operasyonê bûn. Tevlîbûna pêşmerge li şerê bajêr hinekî bêplan pêk hat.”


Ji bo rizgarkirina Şengalê pêwistî bi helwêsteke neteweyî heye

Fermandarê HPG’ê Berçelan ragihand ku di destpêkê de hêzeke pêşmerge ya ji 16 hezar kesî hat herêmê axaftina xwe wiha dewam kir: “Li aliyê din hêza hewayî ya koalîsyona navneteweyî, li hemberî baregeh û mewziyên çeteyên DAIŞ’ê êrîş li dar dixin.  Lê belê anîn ziman ku der heqê Şengalê de ti planeke wan nîne. Gotin, eger Mûsil, Tel Afer û Beac bikeve, Şengal wê ji ber xwe ve vala bibe.

PiştÎ çend rojan hêza xwe ya operasyonê ji vê herêmê vekişandin û li cem me bi tenê tabûrek pêşmergeyan ma. Ew jî bi giranî ji gelê li vê derê û pêşmergeyên YNK’ê pêk tê. Ji bo rizgarkirina bajêr, pêwîstî bi helwesteke neteweyî heye.”

Berçelan da zanîn ku di nava berxwedana du mehên dawî de 20 hevalên wan jiyana xwe ji dest dane û wehja dewam kir, “Di encama hewldanên me de li nava civata Êzîdî baweriyeke mezin afirî. Vê israrê nîşan da ku li Rojhilata Navîn bi pêşengiya gelê Kurd wê bi berxwedanê re serketin bi dest bikeve. Bi rêxistinbûyîna hat afirandin me parastina gelê xwe xurtir kir.“

Fermandarê HPG’ê Berçelan da xuyakirin ku di rewşa heyî de bakurê Çiyayê Şengalê bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin û anî ziman ku li başûrê çiyê di wan xetan de ku Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi hev ve tên girêdan, çeteyên DAIŞ’ê hene.

Berçelan diyar kir ku çete vê xetê bi hêzeke xurt digirin û got, “Eger ev xet qut bibe, wê nema karibin ji Til Hemîs û Dêra Zorê hêzên xwe bîne. ”

Berçelan got, “Me li vê derê xeteke parastinê çêkir ... Niha bi taktîka gerîla û şerê bajêr, me li gelek deveran hêzên wan şikandin. Niha bi hawan û çekên doçka ji dûr e şer dikin. Xeteke mayinkirî hatiye avakirin. ”


“Êzîdî divê yekîtiya xwe ava bikin”

Berçelan got, hêzên Kurd ên li Şengalê niha şer dikin, HPG/YJA Star, YBŞ an jî pêşmerge, divê ji aliyê koordînasyoneke leşkerî ya hevpar ve werin koordînekirin. Fermandarê HPG’ê Berçelan herî dawî ev xal ji bo civata Êzîdî destnîşan kir: “Beriya her tiştî dive Êzîdî yekîtiya xwe ava bikin. Civatek yek be, kes nikare pê. Beriya 8 mehan çeteyan bi navê DAIŞ’ê êrîş kirin, xaka pîroz a Êzidiyan dagir kirin. Pêwîst e civata me ya Êzîdî li hemberî vê zilmê rabe ser piyan, rahêje çekê û tevlî refên YBŞ’ê bibe. Divê xwe, xaka xwe û nirxên xwe yên pîroz biparêze.”


 ŞENGAL