
Endamê TEVDA Hesen Mehmûd Heyder ku rêveberiya Komîteya Kampanyayê ya Şengalê de cih digre têkildarî kampanyayê wiha got: “Jibo piştgirî dayîna kampanyaya yek milyon îmza ku li Iraq û Herêma Kurdistanê jibo azadiya Rêber Apo hatiye destpêkirin, me jî wek gelê Êzîdî di bin rêveberiya TEVDA de li herêma Şengal û Şêxan (Êsivnê) kampanya di 6’ê Gulanê de daye destpêkirin. Li hemû gund û bajarokên devera Şengal û Şêxan îmza tên komkirin û heta niha eleqeya gel pir başe û em encamên wê jî digrîn. Di nava di nava 6 rojan de 40 hezar îmza hatine komkirin. Li Şengalê 35 hezar û li Şêxan jî 5 hezar îmza hatine komkirin.”
Kampanyaya ku li Şengal û Şêxan hatiye destpêkirin bi hemû germahiya xwe didome tê hêvikirin ku di nava demek nêzîk de hêjmarek mezin îmza werin komkirin.
DÎHA/ŞENGAL