Piştî rizgarkirina Şengalê civaka Êzîdî dest bi perwerdehiya bi zimanê zikmakî kir. Yek ji mamosteyên perwerdehiyê Xelef Sîncara got: “Me jî xwest em zarokên xwe bi fikir, çand, zimanê zikmakî û sinca Êzîdiyatiyê perwerde bikin.”
Komên DAIŞ’ê yên hov di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşî Şengal û herema derdora wê kiribûn û gelek dever dagir kiribûn. Ev êrîşa DAIŞ’ê wek fermana 74’emîn a Êzîdiyan derbasî dîrokê bû. Piştî rizgarkirina Şengalê niha jî tovên pergaleke nû hatiye çandin û pergaleke nû ava dibe. Civaka Êzîdiyan di sala 2015’an de Saziya Ziman û Perwerde ya Êzîdiyên Şengalê ava kir û her roj bi pêşketinên mezin perwerdeya bi zimanê xwe dibînin. Li 10 dibistanên cuda 32 mamoste kar dikin û nêzî 500 xwendekar jî li vir tên perwerdekirin. Yek ji mamosteyên dibistanê Xelef Sîncara derbarê pergala perwerdehiya ku ava kirine de axivî.
Sîncara dest nîşan kir ku armanca wan a yekemîn bi vê perwerdehiyê ew e ku zarokan ji bin derûniya şer rizgar bikin û got: “Em dixwazin derûniya zarokên xwe ji fermanê xelas bikin. Zarok ji ber dengê şer nexweş ketibûn. Herî zêde bandora şer li ser zarokan bû. Em dixwazin derûniya wan arasteyî perwerdehiyê bikin. Tu demê zarokên Êzîdî bi zimanê dayika xwe perwerde nebûne. Hemû desthilatdaran zarokên me li gorî xwe perwerde kirin. Lê êdî em ê zarokên xwe bi fikir, çand û sinca Êzdatiyê û zimanê zikmakî perwerde bikin.”
Mamoste misilman xwendekar Êzîdî nedibû
Sîncara da zanîn ku beriya fermanê desthilatdaran pergala perwerdehiyeke ji çand û ola Êzdatiyê dûr ferz dikirin û bi vê perwerde jî Êzîdî ji çand û baweriya wan dûr dihatin xistin. Sîncara anî ziman ku beriya qetliyama Şengalê hemû mamoste ji derve dianîn Şengalê û wiha domand: “Mamoste Misilman bûn lê civak Êzîdî bû. Divê ku mamoste ji vê civakê bin. Ew mamsoteyên ders bidin zarokên wê civakê pêwîst e bi çand, sinc û zimanê wê civakê bizanibin.”
Xwedî li vê pergalê derkevin
Sîncara diyar kir ku êdî mamoste û xwendekar jî ji heman civakê ne û got ew zarokên xwe bi fikir û ramanên azad perwerde dikin û ev yek kêfxweşiyê dide civaka Êzîdî. Sîncara diyar kir ku li dibistanên wan ji 32 mamosteyan 7 ji wan jin in û bi pergala xwe ya nû dawî li cudakariya di navbera zilam û jinê de anîne. Sîncara bang li hemû gelê Kurd bi taybet jî li ciwanên Êzîdî kir û xwest ku xwedî li pergala perwerdehiyê ya civaka Êzîdî derkevin û fermanan rawestînin.
SELAMÎ ASLAN/DÎHABER/ŞENGAL