Gelek malbatên Êzîdî penaberî parçeyên din ên Kurdistanê bûne, yên mane jî li çiyayê Şengalê dest bi jiyanekî nû kirine û di çadiran de dijîn. Di çadira ku malbata Çîmen di nav de dimîne, gundên wan jî hene. Zilam li ser girekê rûniştine, di nava ewran de li benda derketina tîrêjên rojê ne. Dîsa jiyan li ser milê jinan berdewam dike. Li kêleka jinan jî, wekî her carê zarokên wan hene. Li pêşiya her çadirekê jinek rûniştiye, bi ava ku li ser milê xwe tênin, cilê zarokan dişûn.
Gerîla wan diparêze
Yek ji van malbatane jî malbata Çîmene. Malbata Çîmen derbasî çiyayê Şengalê bûn û niha ligel bi hezaran malbatên Êzîdî li wir dijîn. Ji ber ku malbatê li çiyayê Şengalê ji aliyê gêrîllayên HPG’ê ve tên parastin, heskirinekî wan a bê hempa ji bo gêrîllayan heye. Herwiha gelek ji wan kurdên Êzdî jî mil dane milê gêrîllayan, malbat û cihên pîroz yên Êzîdiyan diparêzin. Bavê Çîmen jî yek ji wan mirovane. Piraniya mirovên li çiyayê Şengalê dijîn, ligel mirovên ji gundên xwe dijîn û jiyana xwe berdewam dikin.
Piraniya jinên li wir dijîn, heman gotinan dikin û dibêjin: “Em nizanin di vê rewşa wiha zor de, wê çi were serê zarokên me. Li pêşiya me şert û mercên zivistanê yên zor hene, em nizanin emê çawa bijîn.” Herwiha li çiyayê Şengalê tiştekî din ku bala mirov dikêşe, ew jî ji beteniyan êlek û çakêt hatine çêkirin û liberxwe dikin.
Bi zehmetiyan mezin dibin
Çîmen di nava şert û mercên zor ên çiyayê Şengalê de wiha got: “Ez 5 salîme û ez avê dikêşim. Em di nava baranê de mane û her derê me bûye herî. Helwaya me tune ye, şekir, çîkolat û mastê me tune ye.” Çîmen diyar kir ku agirê wan geş nabe û wiha dibêje: “Bijî PPK (PKK).” Welatiyê bi navê Silêman Hecî Mûrad Eto yê ji gundê Şehabî jî got: “Çeteyên DAIŞ’ê êrişî me kirin, em hatin vî çiyayî û niha li vir liberxwe didin. Niha zivistane, rewşa zarokan pir xirabe. Baran bandorekî mezin li me dike. Em nikarin bi vî awayî bijîn, em dixwazin dewlet li ser rewşa me baxivin.” Dayîkek li çiyayê Şengalê dijî, spasiya gêrîllayên HPG û şervanên YPG’ê kir û wiha got: “DAIŞ’ê em ji kokê rakirin. Em niha li vi çiyayî dijîn û tiştekî me nemaye. Niha baran li ser serê me dibare. Mala hevalan ava be, rê ji me re vekirin, çadir ji me re anîn û alîkariya me kirin.”
ROJ NEWS/ŞENGAL