Civîna avhewayê ya COP25 ya ku Neteweyên Yekbûyî li Madrîdê li dar xistibû, roja Yekşemê bi dawî bû. Krîza avhewayê ketiye rêyeke bêveger û rêveber bûn sedem ku ev firsend ji destê wan derkeve.

Nûnerên 196 welatan tevlî civîna avhewayê bûn. Ligel ku ev civîn 2 rojan hate zêdekirin jî, peymaneke ku bi kêrî bersivan were, nehate îmzekirin.

Nîqaş li ser qaîdeyên çarçoveya mekanîznamayên bazara karbonê ya navneteweyî sekinî. Wekî gava dawîn a Peymana Avhewaya 2015’an pêdivî bi vê peymanê çêbûbû.

Ligel ku bi milyonan kes daketin qadan û zanyaran li ser vê meseleyê derdorên pêwendîdar hişyar kirin jî teksta ku roja Yekşemê hate qebûlkirin, nikare bersiva pêdiviyên lezgîn ên avhewayê bi cih bîne.

 

 MADRÎD